Émile Zola
Ji Wîkîpediya
Émile Zola nivîskarê fransî (* 2'ê avrêlê 1840 li Paris; † 29'ê rezberê 1902 dîsa li Parisê) wek serkêşê xwizayîyê tê naskirin. Ew di doza Alfred Dreyfus de rolekî mezin leyist.
[biguherîne] Bîografî
Kurê endezyarê mezin François Zola ku Firansiyek bi eslê xwe Îtalyan e (7 tebax 1795 - 27 adar 1847) û Emilie Aubert ( 6 sibat 1819- 17 cotmeh 1880) ji herêma Beauce Bourguignionne (Fransa) Émile Zola li parisê hate dinyayê. Malbata Zola li Aix-en-provence bi cî bû. Bavê wî li wir ji desttengiyek aborî jiyana xwe ji dest da. Ew hevalê Paul Cézanne bû û bi saya wî, wî Monet, Sisley, Pissarro û Manet naskirin. di sala 1858 ew careke din vegeriya parisê. piştî ku Zola du salan li ser hev sinava liseyê neda, di sala 1859 de dev ji xwendinê berda û ji bona ku êdî li diya xwe nebe bar dest bi ji xwe re li ker geriya.
Di sala 1862 de ew di pirtukfiroşekî de dixebite, û li wê derê pirtuka xwe ya yekem çap dike. Bi vî rengî ew dikevê nav cîhana wejevanan de û hevaltiya kesayetên wek, Édouard Manet, Camille Pissarro dike û ew Edmond û Jules de Goncourt jî nas dike. Di sala 1870 bi Alexandrine Mélay re dizewice û di sala 1888 de Jeanne Rozero wek metres digire û 2 zarokên wî jê çêdibin.
![]() |
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Émile Zola hene. |