Ji Wîkîpediya
- 1995 Li Başûrê Kurdistanê, di dema operasyona artêşa Tirk ya bi navê «~Çelîk~» de 7 cotkarên Kurd ku li ser rê bûn û dixwestin biçin navçeya Sersingê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin serjêkirin.
- 2002 Damezirandina Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistan PÇDKê li bajarê Brûkselê bi civîneke çapemeniyê hate îlankirin.
- 1845 Bezm-î Alem Valîde Sultan, ji bo musilmanên feqîr yekem nexweşxaneya sîvîl ya bi navê "nexweşxaneya Gureba" ji xizmêtê re vekir.
- 1970 Serxwebûna Katarê hate îlankirin.
- 1902 Yekemîn Sînema hate damezrandin.
- 1922 Stalîn bû sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Yekîtiya Sovyetê.
- 1962 Yekem filîmê derhênerê Ûrisî, Andrey Tarkovskî, "Zarokiya Îvan" li Ûris hate nîşadan. Ji awirê hûnera sînemayê ev filîm pir girînge û filîmê mezûniyeta Tarkovskî ye jî.
- 1973 Leşkerên Îsraîlê li ser Beyrûdê operasyon lidarxistin. Di operasyonê de 3 serokê Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê hatin kuştin. Li ser vê yekê li Lûbnanê xwepêşdanên berfireh ên piştgiriya bi Fîlîstînê re hatin lidarxistin.
- 1982 Piştî ku Arjantînê giravên Falklandê dagir kir, di 2 nîsan û 14 hezîranê de di navbêra Îngîltere û Arjantînê de şerê Falklandê derket.
- 1985 Îsraîlê de di berdêla ku Fîlîstîniyan 3 leşkerên Îsraîlê serbest berdan 1100 Fîlîstînî serbest berdan.
- 1725 Oldar, nivîskar, leşker, sîxûr, dîplomat û maceraperestê Îtalya Giovanni Giacomo li Casanovayê jidayikbû.
- 1840 Émile Zola, nivîskarê fransî li Parîsê jidayîkbû.
- 1948 Çîroknûs Sabbahttîn Elî bi komployekê hate kuştin.
- 1994 Reveberê DEP a Şemzînanê Kazim Sîgîn hate kuştin.
- 2001 Gerîllayê Kurd Mûslûm Aslan yê bi navê kod Serkeftin yê eslê xwe ji Efrînê, li çiyayên Garê jiyana xwe ji dest da.
Binêre: Salvegerên dîrokî