Êstil
Ji Wîkîpediya
Jîwara Êstil (tr:Estel) beşek ji bajarê Midyadê ye. Rûniştvanên wê bi giştî ji mihelmîyan (ereb) pêk tê. Li hin taxên wê Kurd jî dijîn. Beşa duyemin a bajarê Midyadê "midyada kevn"e. Rûniştvanên vir giş Kurdên sûnî ne. Êstil ji alîyê nifûsê ve jî, ji beşa midyadê kêmnifûstir e. Gelê wê bi tevayî xwendewar in. her çiqasî wekî jor tê gotin jî,ev taxa Midyadê ji du bavên herî Gewre(Mezin) pêk tê, ango niştecihên vê taxa Midyadê ji du eşîrên kevnare pêk tê. 1.Mala Cehfo 2.Mala Musik 1. Mala Cehfo Ji gundê Taqana lê ne diyare ka ew ji kîjan û kengîva derbasî Êstil ê bûne û li wir bi cîh bûne! Lê li gor hinek rûsipiyên Êstilê û li gor hinek çavkaniyên gundiyên gundê Taqa jî tê xuyakirin ku ev beşa civakê, bi pismametî digihîjin gundiyên gundê Taqa
2. Mala Musik jî li gor heman çavkaniyan, ew ji gundê Xerabiya na. Li gundê Xerabiya du beşên civakê hene. 1.Çomerka û 2.Zeynî Mala Musik jî bi pismametî digîhijin 2.Zeynî ya.
Ji ber hindê jî wekî dîroka Êstil ê dîroka gelek civak, bajar û niştecihên van deveran hatiya binpêkirin û ji rûyê cîhanê ji nasname xwejî dur mane. Eve jî girêdayî desthilatdar û rejîmên li ser axa Kurdistan ku bi sedên salaye ev pîkol û hovîtiya henê di ser gelê kurdra tê bikaranîn.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».