Ji Wîkîpediya
- 1920 Bajarê Rihayê ji dagirkeriya Fransizan rizgar bû.
- 1991 Peymana Agirbestê derbasî jiyanê bû û şerê Kendavê bi fermî bi dawîbû. Di heman dîrokê de bi qaşo armanca pêşîgirtina êrîşên Îraqê yên li ser Kurdan li bakurê 36emîn "Herêma Ewlekar" hate îlankirin, lê belê dema ku Xelkê Kurd ber bi rizgarkirina bajarên Kerkuk û Musilê ve çûn, qedexeya ji bo balafiran hate rakirin.
- 1991 Qanûnên 141/142 hatin rakirin û li dewsa wan qanûneke dijwartir, "Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê" hate anîn. Piştî ku Qanûna hejmara 3713 ya Têkoşîna li Dijî Terorê derbasî pratîkê bû, azadiya derbirîn û rêxistinê hate bi sînorkirin û her wiha gelek rewşenbîr û nivîskar hatin zîndanîkirin.
- 1995 Parlemena Kurdistanê PKDW li dervewî welat hate damezirandin.
- 1995 MED TV dest bi weşana zindî kir.
- 1997 Komeleya Koçberan GOÇ-DER vebû.
- 1931 Melikê Spanyayê Alphonse yê XIII, bêyî ku ji textê xwe were xwarê welêt terk kir û li Spanyayê Komar hate îlankirin.
- 1961 Kozmonotê Ûrisî, Alekseyevîç Yûrî Gagarîn bû yekemîn mirovê ku çû fezayê.
- 1989 Danezana Azadî û Mafên Bingehîn ya Parlemena Ewropayê hate qebûlkirin.
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
- 1995 Rêvebera HADEP a Edeneyê Rustem Akar ji aliyê hêzên tarî ve hate kuştin.
- 1998 Gerîllayê Kurd Ahmet Gûcen yê bi navê xwe yê kod Agir, di şerê Alîcakê de jiyana xwe ji dest da. (Sîlvan, di sala 1982an de li Sîlvanê hatibû dinê, di 15 Tebaxa sala 1998an de jî tevlî nav refên Gerîlla bibû.)
- 1999 Gerîllayê Kurd yê bi navê kod Devrîm, li herêma Yedîsu jiyana xwe ji dest da.
- 2001 Gerîllayê Kurd yê bi navê xwe yê kod Cesur Agirî, li herêma Şehît Remzî jiyana xwe ji dest da.
Binêre: Salvegerên dîrokî