Ji Wîkîpediya
- 1921 Serhildana Koçgiriyê destpêkir.
- 1925 Dadgehên Îstîklalê ku gelek serok û siyasetmedarên Kurd ên weke Şêx Saît, doktor Fuat Kemal û her wekî din bi mirinê darizand û bi darvekirin, di sala 1925an de hatin sazkirin.
- 1944 Rojnameya hefteyî ya bi navê „Kohistan" li paytexta Îran Tehranê di sala 1944an de derket.
- 1991 Serhildana Li bajarê başûrê Kurdistan Suleymaniyê destpê kir.
- 1906 Yekem car mafê dengdanê li Fînlandiyayê ji jinan re hate dayîn.
- 1912 Yekem kesê ku di cîhanê de xwe bi paraşûtê avêt kesekî bi navê albert Henry bû. Vî mirovî Di 1912an de li Emerîkayê li ser çemê Missouri xwe bi paraşûtê avêt.
- 1926 Yekem hevdîtina radyo-telefonê di navbêra London û New Yorkê de pêk hat.
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
- Fîlozofê mezin Arîsto yan jî Arîstosteles di rojeke weke Berî Zayînê 322an de mir.
- 1990 Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Hurriyetê Çetîn Emeç dema ku ji mala xwe ya suadiyê diçû ser wezîfeya xwe, bi awayekî faîlê wê ne diyar, ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve hate kuştin.
- 1993 Polêsên Tirk li navçeya Riha Bozovayê avêtin ser malekê û kurê Mehmet Gul Serokê navçeyê yê DYPyî, Mehmet Gul gulebarankirin. Di encama otopsiyê de di laşê Gûl de dewsa 61 fîşekan hate dîtin.
- 1998 Serokê sendîkaya Lîmter-Îşê Suleyman Yeter, di bin çavan de ji aliyê polêsê Tirk ve hate kuştin.
Binêre: Salvegerên dîrokî