Başûrê Kurdistanê
Ji Wîkîpediya
Ev gotar li ser beşa başûrê Kurdistanê agahî dide. Ji bo dewleta federal a Kurdistana Iraqê, li Hikûmetî Herêmî Kurdistan binêre. |
Başûrê Kurdistanê ji bo ev perçeyê Kurdistanê te gotin ku di nav sinorên Iraqê de ye. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr, Silêmanî, Mûsil, Kerkûk, Dihok, Xaneqîn û Zaxo hene.
Bi wateyê coxrafî Başûrê Kurdistanê perçeya Kurdistanê başûrê Torosan e.
[biguherîne] Erdnîgarî
Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germîyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Pishtî Siwêrekê çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deshta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastê hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cudî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Divê herêmê de çûn hatin gelek zehmet e.
Li rojava deshta Dilûkê (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deshta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.
Çemê Diclê deshta Amedê dike du cîh. Besha navbe ra Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne bash e.. Lê, ji çêra heywanan re geiek bash e. Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deshta Amedê 40.000 hektar fireh e.
Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev desht û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.
Ew riyên ku hene jî, ji bo leshkerî û berhemên Kurdistanê ku bikshînin herêma Araban çêkirine. Di herêma Bashûr de riyên resh û hesin ên hên girîng û mezin ev in.
[biguherîne] Riyên reş û asfalt
- Riya yekem, ji Dihokê dest pê dike ber di Zaxo ve diçe Xabûrê. Ji wir jî diçe Bakurê Kurdistanê.
- Riya duyem, Ji Dihokê diçe Elkeş, Mûsil, Kelek û Hewlêrê.
- Riya sêyem, ji Hewlêrê diçe Perdê, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Xalîs û heta Bexdayê
- Riya çarem, ji Hewlêrê diçe Koyê, Ranya û digihe Qeladizê.
- Riya pêncem, ji Hewlêrê diçe Koyê û Silêmanîyê.
- Riya sheshem, ji Kerkûke diçe Çemçemal û Silêmanîyê.
- Riya heftem, ji Silêmanîye diçe Çemçemal, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê. #Riya heshtem jî, ji Kerkûkê diçe Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê. Wîlayeta Silêmanîyê, ji Mawet, Sêrdash, Qeladiz, Herbet, Senger, Pêncûyî, Helepce, Qeredax, Seyidsadiq, Çarte, Dokan, derbendîxan, Pishder, Bekreçê û Xurmalê pêk tê.
Li navenda Silêmanîyê qasî 500.000 kes dijîn. Wîlayeta Kerkûke, ji Çemçemal, Leylan, Sen gaw, Qadirkerem, Daquq, Tûzxûrmatû, Pirdê, Teq teq, Axçeler, Şûwan û Heskerê pêk tê. Li navenda Kerkûkê qasî 700.000 kes dijîn. 5. Wîlayeta Xaneqînê, ji Nefitxane, Kelar, Kifî, Celewla, Qêretû, Bemû, Hecîler û Şakilê pêk tê.
Li Başûr bi tenê riyeke hesin heye. Ew ji bajarê Hewlêr ber bi Kerkûk, Tûzxûrmatû, Celewla, Bakûbayê ve diçe Bexdayê. Di van salên dawî de dewleta Iraqê vê riya hesîn xirab kir.
|
|
---|---|
Bakurê Kurdistanê | Rojhilata Kurdistanê | Başûrê Kurdistanê | Başûrê Rojavaya Kurdistanê |
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».