Celadet Elî Bedirxan
Ji Wîkîpediya
Celadet Elî Bedirxan (1897 Stenbol-15.7.1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû.
Celadat Elî Bedirxan di sala 1897'an de li bajarê Stanbolê ji dayika xwe bû. Piştî şerê Bedirxaniyan li hember sultan Abdulhamid, tevî malbata wî surgûnî Yemenê kirin. Piştî ku tevgera rizgarxwaza tirk di bin seroketiya Mustafa Kemal Atatürk de bi serkeft, mafên kurdan hatin nadarkirin, di vê demê de der barê Emîn Elî Bedirxan û her sê lawên wî de fermana bidarvekirinê derket. Emîn û kurê xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanya. Li wir dest bi xwendina bilind kirin, Celadet xwendina bilind qedand û bawernameya doktoriya Hiqûqê wergirt. Di sala 1930'î de hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir, di nav xebata Xoybûnê de wekî endamekî pêşeng cî girt, ew yek ji beşdarî û alîkarê Serhildana Agirî bû. Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: înglîzî, firansî, almanî, tirkî, farisî, erebî ,yewnanî. Kovara Ronahî û Hawar bi serokatiya wî derdiketin.
Mîr Celadet di 15'ê tîrmeha sala 1951'an de li Gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya xwedê û laşê Wî li goristana Şêx Xalid Neqşbendî li taxa kurdan hate veşartin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Biyografî
Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20an de bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbatê serhilder bi van navan bidawî dibe.
Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan de Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Elî Bedirxan an jî bi naveki din Mîr Celadet di 26ê Nîsana sala 1893an de li Istenbolê hatiyê jinê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Elî Bedirxan e. Ew kurê Mîr Bedirxan e.
Dema Celadet ji dayik bû malbata wî sirgûnê Istenbolê bû. Diya wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Istenbolê bû. Herwiha wî di heman salan de di nav tevgera Kurd de jî cihekî giring digirt.
Ji ber ku çûyina malbata Bedirxan a Kurdistanê ji alî Osmaniyan ve hatibû qedexekirin, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwasan dianî.
Celadet tevî xuşk û brayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Istenbolê bi malbatên li sirgûnê ê wek Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikirin.
Osmaniyan ji malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan dugehurandin. Celadet ji zarokatiya xwe di van sirgûnan de tevi bavê xwe derbas kir û li bajarên wek Istenbol, Isparta, Edirne, Konyai Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.
Di 18 saliya xwe de Celadet li Istenbolê dest bi dibistana Harbiyê dike. Di salên şerê cihanê ê yekem de ew wek mamosteyê gihanidina zahitan dixebite û di ser de li eniya Qafkasan li dijî Rûsan cîh digre.
Piştî ku di encama şer de Dewleta Osmani têkdiçe û di nav welatparêzên Kurd de pêvajoya rêxistinbûnê destpêdike Celadet li Istenbolê dikeve nav karên siyasî û dibê yek ji hîmdarên 'Komala Vêkxistina Civaka Kurd.' Ew li pey firsenda damezirandina dewletekî Kurdin.
Piştî ser dewletên serkeftî ê wek Brîtanya? li Kurdistanê ketin hin hewldanan, Celadet di sala 1919an de tevî brayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Pasa û Faîq Tewfîk diçe Kurdistanê. Li cem wan Zabitê Siyasî ê Brîtanî Major Noel jî heye. Armanca wan amadekariyên peymana Sewrê ye.
Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalê wî haydar bûn suwariyan şandin ser wan û ew mecbûr man bizîvirin. Celadet di vê gera xwe de heta Meletî li Kurdistanê digere û li ser rewşa welat serwext dibe.
Di encam de li Sewrê di bin çavdêriya berdevkên Kurdan Şerîf Paşa, hin mafên netewî hatin nîşankirin.
Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê de di nav eşîran de gelek metelok, peyv û çîrokan jî berhevdike.
Di sala l922an de ku Kemalîst hatin ser hukum û Istenbolê bidestxistin, ji bo serekên kurdan ku di nav wan de Bedirxanî jî hebûn fermana mirinê derxistin.
Li ser vê yekê Celadet tevî brayên xwe Kamûran, Safder Tewfîk û braziyê xwe Heqî ve di sala 1923an de berê xwe da Almanya û li wir dest bi xwendina zaningehê dike.
[biguherîne] Li biyanistanê
Bavê wî Emîn Elî tevi endamên din yê malbata xwe jî berê xwe da Misirê. Di jiyana Almanya de Celadet bi kesên wek Adolf Hitler re jî hevaltî kir. Hîtler wê demê bi ramanên xwe yên nîjadperest nedihat naskirin.
Di sala 1925'an de ku li bakûrê Kurdistanê serildana Şêx Saîd destpêkir Celadet ji bo tevlî serhildanê bibe bi dizî hat Kurdistanê.
Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû şikestin. Ew carek din bi alîkariya eşîrên koçer ki Kurdistane derket û zivirî Almanya.
Di vê navberê de brayê wî yê biçûk Safder li Almanya? ji ber nexweşiyê jiyana xwe wendakiribû. Brayê wî yê din Tewfik jî zivirîbû Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnava wî wek Çinar hatibû guhertin û ew ketibû xizmeta wan. Vasif Çinarê braziyê Mîr Bedirxane jî di vê demê de ji alî Mustafa Kemal ve wek wezirê perwerdê hatibû wezîfedar kirin. Wasif Çinar ji malbata Bedirxan hatiye derxistin.
Kamûran piştî hatina Celadet li Almanya ma û doktora xwe ya hiqûqê tewam kir.
Mîr Celadet piştî kutakirina fakulteya huqûkê bê ku doktora xwe temam bike hat Qahire ya Misrê.
Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûdê û li wir bicîh bû.
Di van rojan de li Sûrî û Beyrûdê gelek rewşenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serildana Şêx Saîd carek din berê xwe dabûn rewsenbîrên Kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.
Celadet piştî ku hat Beyrûdê ket nav tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê de hewldanên damezirandina rêxistineke netewî jî destpêkiribû.
Piştî tevlîbûna Celadet di 5ê Ilona sala 1927an de li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongra damezrandina Xoybûnê lidarxistin. Di nav damezrênerên Xoybûnê de ji bilî Celadet rewşenbîren wek Memdûh Selîm, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û se rekên heremî ê wek Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazi, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.
Yek ji biryarên Xoybûn?ê ew bû ku ewê ji bo piştgiriya serhildana Araradê li herema sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.
Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa ü Resûl Axê Miheme li herema Torê tevî suwarên Kurd êrişan birin ser qerekolên Tirkan.
Lê ji ber ku ew negiştîn armancên xwe Celadet berê xwe da Çiyayê Araradê û tevî serhilderên Serhedê bû. Di encam de ev serhildan jî têk çû û wî tevî Ihsan Nurî Paşa xwe avêt Iranê.
Li Taranê Şahê Iranê Mehmed Reza Pehlevî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurd dûr bixe û li deverekî cîhanê jê re qonsolosiya Iranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ev daxwaza Şah qebûl nekir wî di heman katî de ji Iranê derxistin. Piştî Iranê Celadet demek li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Ingîlîzan nexwestin ew li Iraqê bimîme û lê rê tengkirin. Ew carek din ji neçarî zivirî Sûrî. Û li Kurdistana rojava xebatên xwe meşand.
Li vir tevî endamên malbata Cemilşasayan, Hemzeyê Miksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komelekî damezirand. Armanca wan ew bû ku ew alikariya Kurdên ku ji Bakûr revîbûn bikin. Sûrî wê demê di bin dagira Fransa de bû. Û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bû. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî neduxwest ew li Kurdistanê bimîne. Di meha heştan a sala 1930an de tevî rewşenbîr û serhêlderên Kurd ê din li Şamê bi zorê hat bicîhkirin.
Xebatên siyasî ê bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadet Bedirxan dabû rêyekî din. Rewşa heremê jî êdî destnedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteke alîgir bibînin an jî serhildanekî netewî birêbixin.
Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeke nûh ve tandabû rewşa navxweyî a Kurdan bû. Di nav de xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Di encam de gihîşt bû ew qeneetê ku ji bo şiyarkirina Kurdan dive karê rewşenbîrî bikin û biryar da.
Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina alfabeyeke Kurdî dike. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farsî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanîbû. Li gor fikra Celadet ew di encama muqayesa gelek ziman û elfebeyan de gihiştiye wê encamê ku alfeba Latinî dikarîbû ber li nivisandina Kurdî veke. Jixwe ew ji sala 1919an ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanya li ser etîmolojiyê jî xebitibû.
Helbet ji bo raman û îdealên xwe pêk bîne kovarekî jî lazim bû. Di sala 1931an de ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûri kovarekî derxe.
[biguherîne] Kovara Hawar
Piştî amadekariyan di 15ê Gulana 1932ê de hijmara yekem a Hawarê gihand xwendevanan.
Di heman salê de pirtûka xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Elfebe ya Kurdi jî çap kir.
Hawar mehê dû caran derdiket. Li gel Kurdî di her hijmarekî de 3-4 rüpelên Frensî jî hebûn. Heta hijmara 23'an nivîsên Kurdî ê kovarê bi alfabeyên Latinî û Erebî derdiket. Piştî vê hijmarê ew temamî êdî bi Latîni dihat weşandin.
Di hijmarên pêşîn de zêdetir nivisên Celadet û brayên wî Kamûran derdiketin ku Kamûran jî wê çaxê êdî hatibû Lubnanê. Piştî hijmara çaran jî êdi gelek navên din tevlî wan bûn ku gelek ji wan di demên dawîn de di wêjeya Kurdî de bûn kesên navdar.
Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara ziman de bûbû ekolek û heta sala l943ê jiyabû. Celadet di hijmara pêşîn û di rêzên pêşîn de wiha digot:
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasin ji me re rêya felat û xweşiyê ye.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeke nebaş de dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabûn ser hemû warîdata malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostayiya zimanê Frensî an jî parêzerî bike.
Ew li kolana Salihiye di odeyeki de dima. Ev ode hem navenda Hawarê hem mêvanxane ü hem jî cihê razanê bû. Çavên wî li bendê bû ku ew careke din firsendeke bibîne ku karibe here Kurdistanê.
Lê piştî ku serhildana Malbata Eliyê Yunis jî hat tefandin wî famkiribû ku di pêşeroja nêz de wê firsendeke çênebe ku karibe here Kurdistanê.
Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û bi dotmama xwe Rewşen Xanim re di sala 1935ê de li Şamê zewicî. Rewşenxan wê demê mamosteyî dikir.
Di zewaca wan dê bi navên Cemşîd û Sînemxan dû zarokên wan çêbûn. Herwiha kurekî wan bi navê Safder jî hîn di yeksaliya xwe de jivana xwe wendakiribû. Keça Rewşenxan a ji mêrê wê yê yekem ku navê wê Useyma bû jî li ba wan dima. Ji zarokên Celadet Cemşîd li Almanya diktorî xwend û di sala 1999ê de jivana xwe wefadakir. Ji Cemşîd kur û keçekî bi navên Kurdo û Evîn hene. Ew niha li Almanya dijîn.
Herwiha keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Iraq, li Bexda dijî. Wê li ser dîroka Kurdistanê çend pirtûkan nivisandiye.
Useyma jî niha tevî malbata xwe li Misir, li Qahirê ye.
Bi destpêka şerê cîhanê zextên siyasî ê li ser rewşenbîrên Kurd li Sûrî careke din destpêkir. Dewleta Frensî di nav salên 1943 û 46ê de zorrûniştina li Şamê li ser Celadet ferzkirin.
Qedexe bü ku ew ji Şamê derkeve. Ev zorrûniştina li Şamê ji alî rejima Sûrî ve jî heta 1948ê hat domandin. Piştî destpêka şerê cîhanê ê dûyem Celadet dest bi karê rojnamevanî jî kir û di sala 1942ê de li Şamê Kovara Ronahî weşand.
Pênc hijmarên Ronahî yê pêşîn li ser nûçeyên şerê cîhanê bû. Di demên paşîn de jî êdi Ronahî kovarekî xwerû Kurdî bû û bi nivisên li ser ziman, wêje û çanda Kurd hatibû xemilandin. Piştî ku di sala 1943an de Hawar hat sekinandin jî Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê.
Hingê brayê wî Kamûran jî li Lubnanê bi navê “Roja Nû” kowarekî Kurdî-Frensî derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945ê ajot.
Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî de ji bilî xebatên kovarderxistinê gelek pirtûkan jî nivîsandiye û herwiha ji bilî kovarên ku wî derxistiye di gelek kovarên Kurdî û bi yê zimanên din de jî nivisandiye. Mîr Celadet ji ber tengasiyên aborî di sala 195Oan de li gundê Hecanê ku nêzî Sûrî bû dest bi karê zîreettê kir. Ji bo debara malbata xwe ew mecbûr mabû karekî wiha bike.
Herçiqas gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan duxwest alîkariya wî bikin jî wî alîkarî girtinê qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê araziyên ku ajotiye bîreke mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe re dinivisî de navê wê bîrê danîbû 'Bîra Qederê'.
Mîr Celadet Emîn Elî Bedirxan di roja 15ê Tirmeha sala 1951'ê de di encama qezeyekî de ket nav vê bîrê û jiyana xwe ji dest da.
Piştî mirina Mîr Celadet, cenazê wî li Qebristana Şêx Xalidê Neqşîbendî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hat veşartin.
[biguherîne] Berhem
- Elifba Kurdî
- Rêzimana Kurdî
- Rûpelên Elfabê
- Ferhenga Kurdî
- Rêzimana Elifbaya kurdî
- Dîbaca nimêjên îzêdiyan
Binêre: "Klasîkên kurdî", nivîseke Celadet Bedirxan