Dolar
Ji Wîkîpediya
Dollar navê diravê gelek welatan e. Di Kurdî de wekî Dolar tê bilêvkirin. Pirranî Dollar a DYAyê ango USD = United States Dollar bibîrtîne.
[biguherîne] USD = United States Dollar, Dolar a DYAyê
Diravê ku herî pirr tê bikaranîn e. Nîşaneya wê $ e. Nêzîkê 750 Milyar Dolar di piyasa cîhanê de li gerê ye. Nêzîkî 60 % Dolar a DYAyê li derveyî vê welatî ye. Gelek welatan wekî diravê xwe yî fermî pejirandiye.
[biguherîne] Dîroka Dolarê
Cara pêşîn ji bo bicihanîna pêdiviyên artêşa Brîtanî di sala 1690'î de li koloniya kendava Massachusetts hatiye çapkirin. Di 1739'ê de li çapxaneya Benjamin Franklin li Philadelphia bi dîmenên xwezayî û bi teknîkên çapkirinê yê li dijî sextekariyê hatiye nûkirin. Bikaranîna Dolarê 1764'î de ji aliyê Brîtaniyan hatiye qedexekirin. Ev qedexe heya 1775'î didome. Ji wê salê heya niha gelek cureyên Dolarê hatine çapkirin.