Enqere
Ji Wîkîpediya
Enqere (tr:Ankara) serbajarê ango paytextê Tirkiyeyê ye.
Navê wê yê berê Ancyra bû. Herwekî Angora jî dihate gotin. Enqere di dema Osmaniyan de bajarokek piçûk û bêqîmet bû. Paytextê Osmaniyan Stenbol bû dema Osmanî têk diçin û Stenbol ji aliyê Brîtaniyan ve tê dagirkirin, tevgera Kurd û Tirkan wekî navendek vê bajarê hildibijêrin. Piştî avakirina Komara nû ya Tirkiyê Kurd tên xapandin û ew parlamenên Kurdan ên ku di meclîsa Enqereyê de cih digirin tên jiderkirin an kuştin.
Enqere piştî damezrandina Komara Tirkiyê bajarokê Enqereyê mezin û şên dibe. Niha hejmara niştecihan 4.319.167 (2005) e û duyemîn bajarê mezin ê Komara Tirkiyê ye. Li navçeyên wê gelek Kurd dijîn, wekî Haymana hwd. Dîsa li navenda bajêr bi sed hezaran Kurd dijî. Kurd li taxên Balgat, Sihhiye, Gülveren, Keçîören, Abîdîn paşa, Telsîzler hwd dijîn.
Klîmaya Enqereyê reşayî ye û bi zivistanan sar e. Bilindahî ji rûyê avê 900 m - 1.050 m ye. Li Enqereyê gelek zanîngeh hene. Aboriya niştecihan pirranî li ser karmendiyê ye. Girtîgeha navdar a Mamak Cezaevi li ser kola Samsûnê ye. Li taxên wekî Samanpazarî, Çîncîn gelê xizan di gecekondû´yan (avahiyên bi şevê hatina avakirin) de dijî. Di salên 2000´î de bi hezaran malbat bi darê zorê ji gecekondû´yan hate derêxistin û bêzar man.
[biguherîne] Links
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |
Kategorî: Kurt | Bajarê Tirkiyê | Bajar