Farisiya Navîn
Ji Wîkîpediya
Farisiya Navîn (bi Inglîzî Middle Persian, bi Farisî پارسی میانه) zimanek ji zimanên kevin yên Îranî ye. Ji alîyê dîrokî ve, ev ziman ji sedsala sêyê ya berî Îsayî heta sedsala heftê ya piştî Îsayî li Îranê li kar bûye. Zimanê berî vî zimanî bi navê Farisiya Kevnar û zimanê piştî vî zimanî jî bi navê Farisiya Derî anko Farisiya Nû dihêt niyasîn.
Du qonaxên diyar di dîroka Farisiya Navîn da berçav in: Farisî ya Eşkaniyan (248ê Berî Îsayî– 224ê Piştî Îsayî) û Farisî ya Sasaniyan (224–651 Piştî Îsayî). Farisiya Navîn tevî zimanên kevinên dî yên Îranî yên wekî Suxdî, Xwarezmî û Osîtyayî li kar bûye. Farisî ya Navîn ya ko li dema emperatorî ya Sasaniyan li kar bûye bi navê Pehlevî navdar e. Carina ji vî zimanî ra Farisiya Navîn jî dihêt gotin. Lê bi her awayî bit, havilî û wekhevîya vî zimanî digel zimanê Kurdî, nemaze Kurmancîyê gelek ji havilîya wê bi Farisî ya evro ra zêdetir e. Ev ziman zimanê fermî yê Sasanîyan bûye.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».
Kategorî: Kurt | Ziman | Zimanên Îranî