Felat Dilgeş
Ji Wîkîpediya
Felat Dilgeş nivîskar û lêkolînerekî kurd e.
Felat Dilgeş di sala 1965an de li gundekî Pasûr ê (Qulpê) yê bi navê Duderya hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya lîseyê li Licê temam kir.
Li Unîversîteya Stenbolê felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de, li Unîversîteya Stenbolê, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe temam kir. Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîs nivîsîn, stûnnivîskarî kir. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê de, roleke girîng leyist û berpirsiyartiya wê ya giştî kir.
[biguherîne] Kitêbên wî:
- Kula Dêrsimê (1992–şano).
- Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan (1988–Lêkolîn).
- Dilşa (2002–çîrok).
Her wiha di malperên Netkurd û Nefel.comê quncika dinivisîne.
Çavkanî: Firat Cewerî