Kabe
Ji Wîkîpediya
Kabe xanîyekî çarkoşe li bajarê Mekkê li Sûdî Erebistanê ye. Kabe bi perdeyekî neqişkirî û reş hatîye dadan û ji bona misilmanan xanîyê herî pîroz e. Misilman Kabê wekî "mala Xwedê" dibînin û her sal bi mîlyonan bawermend ji bona serlêdana Kabê terin hec. Bi gotinên din Kabe sembola yekîtîya hemû misilmanan e. Ji ber vî yekê bawermend di nimêjê da berê xwe didin Kabê yanê qiblê. Di gora ola Îslam ê Kabê di hêla Hz. Îbrahîm û lawê wî Hz. Îsmaîl hatîye înşa kirin. Di sala 570 an da serokê leşkeran bi nav Ebrehe xwestîye ku Kabê hilbişînî û ji bona vî bi hêzên xwe hatîye Mekkê, lê Xwedê bi xwe Kabe parastîye û hêzên Ebrehe tune kiriye.