Masîlik
Ji Wîkîpediya
Di bedena mirovan da kemanî 650 masîlik hene. Ew ne tene di pil u qoran da, her usa li pir deren bedene mirovan da hene. Erkê (Wezîfeya) wan pêkanîna livînê ye. Ji masîlikan ra goştê sor jî dihêt gotin. Ew erka livînê bi alîkariya birik, livok û hestiyan bi cih diînin. Mirov dikarit masîlikên ko di xwînboriyan da u di pir endamên (organên) din da hene (li pisike, rûvi, dil, aşik) bi navê masîlikên duz û masîlikên livînê bisinfînit.
Masîlikên dilî tewirekê din peyda dikin. Masîlikên livînê jibo bicihkirina livînê hewcedarên emrekê mejî ne. Masîlikên di xwînboriyan, aşik, rûviyan da û yên dilî, hertim dixebitin; ango ew xwekar (otonom) in.
Masîlik livînê li ser hestîyên cihekî dest pêdikin û li ser hestîyên cihekê din disekinînin. Li goreyê wê şûna xwe dikarin pil, qor u cihên dî yên bedenê mirovan bilivînin.