Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî
Ji Wîkîpediya
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, (Amnesty International-AI), saziyek civakî ye ku mafên mirovan û Daxuyaniya Gerdûnî a Mafên Mirovan diparêze ye. Ev sazî di heman demê de li dijî, cezaya ramanê, cezaya îdamê, êşkence û sûcên siyasî jî ditekoşe. Amnesty International di sala 1961'an de bi hewldana parêzerekî îngilîz ku ji bona serbestberdana du xwendekarên portûgalî ku ji bona ramanên xwe hatibûn cezakirin ve hate avakirin.
Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî an ji amnesty international (ai), tevgerek e ku ji bo mafên mirovan li her derê cîhanê kampanyayan dide meşandin. Ji hemû hikumetan, ji hemû bîrdozîyên sîyasî û berjewendiyên aborî û olan, serbixwe ye. Xebatên wê girêdayî lêkolînên terwende û standartên civaka navneteweyî ye. Rêkxistin li hember hedîseyên binpêkirina mafên mirovan, aktivîstên xwe yên dilxwaz yên li her derê cîhanê dixe tevgerê.
[biguherîne] Girêdanên derve
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».