Tengava Hormuz
Ji Wîkîpediya
Tengava Hormuz (erebî: مضيق هرمز- Medîq Hûrmûz, farsî: تنگه هرمز - Tangeh-ye Hormoz) tengaveke di dera herî teng de bi firehîyeke 60 km, di Kendava Farisî de li rojhelata Kendava Omanê de Derya Erebî û Okyanûsa Hîndê digêhîne hev e. Di devê kendavê de Girava Hormuz he ye.
Di dema Antîk de tengava hormuz ji bo keştîyan gering bû. Îroj keştî û tankêrên petroleyê Kuweyt, Bahreyn, des Irak, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Iran bi piranî di di wê re tê kirin. Ji çaran yekê petrol dinê di wê re derbaz dibe.
Heta Sedsala 16'an ji Ewropa re Tengava Hormuz derbaz bûna Hindistanê re rêya deryayîya herî gering bû. Lê ji pê rêwîtîyê Vasco da Gama û vekirina Kanala Sûweyş wê giringîya xwe wunda kir.
Ji 1971an virde navbera Îran û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî de li ser Ebû Mûsa û girava Tumb, herdu jî ji bo qontrol kirina tengava gelek gerîng in, lihevnehatin he ye.
[biguherîne] Etîmolojî
Li ser etîmolojîya Hormuz du teorîn hê ne. Ji wan yek dibêje ku Hormuz ji êzidoka pers هرمز Hormoz (an go Ahûra Mazda) hatiye afirandî ye.
Teorîyê din ya dîrokzan zimannasan e û wiha ye; navê hormuz ji "Ormuz" peyva farsî de ji bo هورمغ Hûrmex(xurma, qesp) dihat bikranî bû û hormuz jî ji wê hatî bû afirandin.