Yûnis
Ji Wîkîpediya
Yûnis, fînmasî an delfîn ji masiyên malbata delphinidae re tê gotin. Curemasiyek e ku di deryayê de dijî û zayok e, ango dizê û guhandar e. Tu di wêne de pêvajoya zayîna wê dibînî. Yûnis pir şareza ne. Bi fîkandinê dikarin bi hev re ”bipeyivin” û alîkariya hev bikin. Yûnis her weha pir ji lîstikê hez dikin û bi hêsanî kedî dibin.
Dirêjiya wan 1,5-4m ye bu qasî 45km/h hêza wan heye. Heya 15 dq dikarin bêrawestandin din bin avê de bimînin. Bêhtirî 250m noqî bin avê dibin. Di zayînê de tenê yek çêlikek tînin. Di nav komekê de dijîn. Fînmasî ajaleke zîrek û xwedî hişar e. Dema radikeve, hin fonksiyonên mejiyê wan hişyar dimîne. Di nava koma fînmasiyan de hevgirtineke xurt heye. Masiyên piçûk û nexweş diparêzin. Di zayînê de berê boça wan tê daku di xezna diya xwe de nefetisin. Piştî zayînê bi alîkariya fînmasiyên mê yên din çêlik ji bo bêhnvedana yekemîn dertînin rûyê avê. Çêlikmasî şîrê diya xwe dimije kû ev şîr di aliyê rûn de pirr dewlemend e (50%). Fînmasî ji hin aliyan ve gelek dişibe mirovan.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».