Çerkez
Ji Wîkîpediya
Çerkez an Çerkes navê neteweyekî li Qefqas e. Ew xwe bi navê Adîgey binavdikin û zimanê xwe jî wek Adîgeyî tê navandin.
Pirrê caran Çeçen û Çerkez tên tevlîhevkirin, ji hev cuda ne. Dîroka Çerkesan heya b.z. 4000´î kevn e. Tê îdîakirin ku ji bêrên Kîmmer in. B.z. 400´î de dewleteke xurt li perên Derya Reş damezirîne ku paytextê vê desthilatiyê bajarê Gorgippa (îro Anapa) bûye. Piştî pejirandina ola Îslamê zimanê wan ketiye bin bandora Erebî. Wekî Kurdî wan jî hêj kêşeyên xwe yên alfabe, zimanê standart hwd safî nekirine.
Di dawiya sedsala 19. de nakokî û şerê Osmanî û Ûrisan bandora xwe li gelê Çerkes jî dike. Bi fermî 750.000 Çerkes ji Rûsyayê têne derkirin. Osmanî wan li Kurdistanê û hin deverên Anatoliya bicih dike. Îro li bajarên wekî Bolu, Düzce, Bursa, Istanbul hwd ên Tirkiyê bi milyonan Çerkes dijîn. Mixabin dûgela Tirk nasnameyê wan ê neteweyî napejirîne. Ziman û çanda Çerkesan di bin xetereya mirinê de ye.
[biguherîne] Hejmara Gelê Çerkes
- Li Tirkiyê 2.400.000 (sala 2000)
- Li YE 10.000
- Li DYE 1.000
- Li Adîgeya (herêma otonom) nêzîkî 170.000
- Li Urdun 40.000
- Li Sûrî 80.000
- Li Îsrael 3000
- Li Kosovo 2500
- Li Sirbîstan 1000
- Li Karaçay - Çerkesyan 50.000
- Li Kabardîno - Balkarya 400.000
- Li derên din (bi giştî) nêzîkî 500.000
Zimanên wan ji zimanmalbata Qefkasî ji şaxa bakurê rojavayê ne. Du zimanên an zaravayên wan ên sereke hene: Adîgeyî û Kabardînî.
[biguherîne] Berên Çerkesan
- Ubîç
- Abadzex
- Besleney
- Byyedugh
- Hatkuay
- Kabardîn
- Maxoş
- Mamkeyh
- Natkhuay
- Temîrgoy
- Şapsugh
- Yecerixuay