Ji Wîkîpediya
- 1991 Li bajarokê Derbendîxanê, Kelar û Şaqlaweya Başûrê Kurdistanê Serihildanê destpê kir û ev bajar ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1994 Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê avêtin ser gundê Kiravli yê navçeya Mûş Malazgirtê û 17 mal şewitandin.
- 1998 Diya rojnamevan Metîn Goktepe hêjayî xelata dostanî û Aştiyê hate dîtin.
- 1916 Almanan li hemberî Portekîzan şer îlan kir.
- 1933 Sektreterê Giştî yê Partiya Komînîst ya Bulgarîstanê û di heman demê de yek ji serokên Tevgera Komînîst ya Navnetewî Georgi Dîmîtrov ji aliyê Naziyan ve, bi bahaneya agirpêketina Reichstag hate girtin.
- 1934 Kozmonozê Sovyetê Yuri Gagarin ku yekem mirovê derket fezayê bû, ji dayikbû.
- 1952 Yek ji kadroyên serokatî yê Partiya Komînîst ya Yekîtiya Sovyetê Aleksandra Kollantai ku di heman demê de Komîseriya Gel a Karê derve û sefîrtiya Belçîqayê kiriye, çû ser dilovaniya xwe.
- 1967 Rojnamevan û Nivîskar Vala Nureddin ango Va-nû
mir. Vala Nû hevalê nivîskar Nazim Hîkmet bû.
- 1983 Sefîrê Tirkiyê yê li paytexta Yugoslavya Belgradê Galip Balkar tevî şoforê xwe Necati Kaya ji aliyê hin kesên çekdar ve hate kuştin.
- 1989 Hunermendê gelê Kurd ê nemir Mihemed Şêxo koça xwe ya dawîn kir.
Binêre: Salvegerên dîrokî