Ahmet Türk
Ji Wîkîpediya
Ahmet Türk (* 1942 li Mêrdîn) yek ji siyasetmedarên Kurd, serokê DTPyê yê niha ye.
Di nava refên CHPyê de dest bi polîtîkayê dike û di sala 1973'î de dibe parlamenterê CHPyê yê Mêrdînê. Di cûntaya leşkerî ya 1980'î de tê girtin û di zîndana Amedê de dimîne. Di sala 1997'î de dikeve Sosyal Demokrat Halk Partisi û wekî parlamenterê Mêrdînê tê hilbijartin. Salekê şûnde ew û çend parlamenterên bingeh-Kurd ji vê partiyê ji ber ku li Ewropa tevlî cîvînekê derbarê pirsgirêka Kurd bûne tên avêtin. Türk di nava HADEP û DEPê de polîtîkayê dike.
Di sala 1994'î de bi tevî hin parlamenterên Kurd tê girtin û 22 meh li girtîgehê dimîne. Bi damezrandina DTPyê ve ew dibe yek ji serokên vê partiyê.