Amed
Ji Wîkîpediya
Amed (bi tirkî: Diyarbakır) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Yek ji bajarên mezintirîn di Kurdistanê de û paytexta rastî ya di dilê gelê Kurdistanê de ye. Amed îro bi zebeşên xwe û bi keleha xwe bi nav û deng e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Navên bajêr
Bajar 1300 sal berî Îsa di dema Asûriyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda reş, Diyar-ê Bekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin.
[biguherîne] Coxrafya
[biguherîne] Ciyê coxrafî û sînorên bajêr
Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlikê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê çiya 37.0 %, deşt 30.6 % û plato jî 30.4 % e. Erda herêmê 95 %´ê wê ji bo zîreetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
[biguherîne] Klîma (Av û hewa)
Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.
[biguherîne] Nifûs (1997) û navçeyên bajêr
- Navend 641616
- Bismil; Nifûs 151769, pîvana erdê 1748 km² ye. Navçe 60 km li başûrê rojhilatê bajêr e.
- Şamkuş (Çermik); Nifûs 50662, pîvana erdê 1032 km² ye. Li rojava yê bajêr e.
- Çinar Nifûs 55957, pîvana erdê 1952 km² ye. Li başûrê bajêr e.
- Çingûş; Nifûs 14589, pîvana erdê 489 km² ye. Li başûrê bajêr e.
- Pîran (Dicle); Nifûs 37581, pîvana erdê 738 km² ye. Navçe li bakûrê bajêr e.
- Egil : Nifûs 19176 e.
- Erxenî ; Nifûs 87182 e, 1489 km² ye.Li ser rêya Elezîzê û Diyarbekirê ye.
- Hênê; Nifûs 28 459, pîvana erdê 415 km ye. Li başûrê bajêr e.
- Karazê (Kocakoy); Nifûs 13660 eç
- Pasûr (Qulp); Nifûs 29694 e, pivana erdê
- Licê Nifûs 18696 e, pîvana erdê 1083 km² ye. Li başûrê bajêr e.
- Silîva (Farqîn); Nifûs 117 528 e, pîvana erdê 1379 km² ye. Navçe li rojhilatê bajêr e. Bajar ciyekî kevn e. Kela Zembîlfiroş li vir e.
- Hezro
Tevayiya nifûsa herêmê 1282678
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Qerejdax (1919 m), Pîreceman (2010m), Mîhrap (2100m), Adem (2100m), Lîs (2220m), Suplis (2280m), Koz (2283m), Qirdîlek (2350m), Berbihîv (2593m), Andok (2830m)
[biguherîne] Deştên herêmê
Gewran (Erxenî 15000 hektar), Qerexan (nêzî qerejdax 10000 hektar), deşta Diyarbekirê (40000 hektar), Kîka (navbera Çinar û Bismilê 25000 hektar), Behremkî (Bismil 18000 hektar) û ber û berê çemê Dicle ve jî pir deştên biçûk hene.
[biguherîne] Çem û gol
Çemê Dicle, çemê herî mezin ê herêmê ye.Çemê Embarê, Batman (Qulp û Farqîn), Medya (Çêrmûg) û Kalxane (Erxenî) jî yên din yê herêmê ne. Li Diyarbekirê golên tabîî tunene. Golên bendavan(barajan) wek; Devegeçîdî, Qaraqaya, Qurtqaya, Ortavîran Goksu, Qralkizî û Gozegol. Dîsa li Pasûrê Çemê Sarumî, li Licê jî Çemê Şekiran hene.
[biguherîne] Dewlemendiyên bin erdê
Hesin (asin), qirşûn, çînko, manganez, asbest, sifir, barît, fosfat, malzemên ji bo tuxla û kiremîdan, rijiya kevir û van salên dawiyê jî bi taybetî li hêla Farqîn û Bismilê damarên petrolê jî hatine dîtin, lê ev hîn nehatine bikaranîn.
[biguherîne] Babetên ajalan
Ji bilî heywanên kedî li herêmê, sewalên wek hirç, çeqel, rûvî, kevroşk û babetên teyran jî, qertel, legleg, qijak, kevok, bilbil, yên herî pir in ku karin li herêmê peyde bibin..
[biguherîne] Dîn (ol) û civak
Nifûsa bajêr piranî misilman in.Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elevî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî Kurd in, ji bilî Kurdan, Suryanî, Ereb û Ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
- Meftûne; Goştê parçekirî di beroşê de tê sorkirin. Balîcan, sîr û firingî (yan jî ava firingiya) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin.
- Mehîr; Mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin . Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.
- Kalek, Qedayif, Beqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êlek li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene. Kum, şewqe yan jî kefiya sipî li serî hene.
Jinên Diyarbekirî fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranî jinên zewicandî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên mehelî li xwe dikin, piraniya gel kincên modern li xwe dike.
[biguherîne] Ciyên tûrîstîk û gerê
Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye. Binihêre:
- Bedena Bajêr
- Bircên Bedena (sûr) Amedê (Birca Ben û Senê, Birca Heft Birayan, Birca Bizinê)
- Pira Dîcleyê (Pira dehderî)
- Mizgefta Bilind
- Minareya Çarling
- Dêra Meryem Ana
- Dêra Sûrp Gîragos a Ermeniyan
- Mizgefta Safa
- Mizgefta Behram Paşa
- Mizgefta Hezretî Silêman
- Xwendegeha Mesûdiyê
- Xwendegeha Zîncîriye
- Xana Delîlan
- Xana Hesen Paşa
- Muzeya Arkeolojiyê
- Muzeya Ziya Gökalp
- Muzeya Cahit Sıtkı Tarancı
- Koşka Atatürk
[biguherîne] Navdarên Diyarbekirê
- Fehmiyê Bîlal,
- Ramizê Licî,
- Ehmedê Xasî,
- Îbn-ul Ezraq,
- Tarık Ziya Ekinci,
- Yusuf Azizoğlu,
- Ahmet Arif,
- Kendal Nezan,
- Rojen Barnas,
- Cahit Sıdkı Tarancı,
- Dr. Fuad (Bavê Tûjo),
- Qedrî Cemîl Paşa,
- Ekrem Cemîl Paşa,
- Cemilê Seyda,
- Şevket Baysanoğlu,
- M. Emin Bozaslan,
- Aşık İhsani,
- Elî Emîrî,
- Amîdî,
- Hamid Aytaç,
- Prof. Mahmut Gazi Yaşargil,
- Suzan Samancı,
- Amed Tigris,
- Malmisanij,
- Niyazî Westa,
- Adnan Binyazar,
- Ehmed Murşîdî,
- Mele Çelebî,
- J. Îhsan Espar,
- Mehmûd Lewendî,
- Mehdî Zana,
- Tuncer Necmioğlu,
- Seîd Paşa,
- Suleyman Nazif,
- Hesenê Metê,
- İhsan Işık,
- Mıgırdiç Margosyan,
- Mar Yezua,
- Adil Tekin,
- Remzi İnanç,
- Ziya Gökalp,
- Hikmet Çetin,
- İzet Altınmeşe,
- Celal Sesigüzel,
- Ayşe Şan,
- Huseynê Parê,
- Mahmut Kızıl,
- Hozan Şîyar Ferqînî,
- Beytocan
[biguherîne] Dîrok
Ji bo gotareke dirêj binêre: Dîroka Amedê
Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.
[biguherîne] Kronolojî
Berî îsa
- ~7250-6750 dema neolîtîk
- ~5000-4000 dema kalkolîtik
- ~3000 dema dema tunc
- ~2000 dema Hurrî û Mîtaniyan
- ~1200- 600 dema Asûriya û Urartiyan
- 550- 331 dema persan
Piştî Îsa (zayîn)
- 226-395 dema Romayiyan
- 395-639 Dema Bîzansiyan
- 639 dema Ereban
- 661 dema Emewiyan
- 750 Dema Ebasiyan
- 984 dema Merwaniyan
- 1085 dema Selçûkiyan
- 1232 dema Eyubiyan
- 1507 dema Sefawiyan
- 1515 dema Osmaniyan
- 1923 dema Komara Tirkiyê
[biguherîne] Belediye
Wek serokê belediye yê Amede di hilbijartinên 28'ê adarê 2004an de Osman Baydemir hat hilbijartin.
[biguherîne] Lînkên derve
- Malpera Amedê (bi tirkî)
- Belediya Amedê (bi tirkî)
- Amedê (tirkî)
[biguherîne] Bi Kirmanckî - Dimilkî - Zazakî - Kirdkî, Kirdî, Ginî - Xormekij - Lolij - Zonê Ma - Şo bê
Amed (bi tirkî: Diyarbakır) yew sûko û mintiqayo Bakurê (şîmal) Kurdistan rûniştî. Şarê ma zî Amed ra vano "paytextê dilê ma, paytextê Kurdistan". Çemê Dîcle zerî Amed ra şin û hewayê xo germ o. Amed di tenya Kurd esta û dinê xo misilman û Elewî yo.
[biguherîne] Navçey (Qezay) Amed
- Bismil (Kirmanckî)
- Şamkuş (Kirmanckî)
- Çinar (Kirmanckî)
- Egil (Kirmanckî)
- Erxenî (Kirmanckî)
- Hênê (Kirmanckî)
- Karazê (Kirmanckî)
- Pasûr (Kirmanckî)
- Licê (Kirmanckî)
- Farqîn (Kirmanckî)
- Hezro (Kirmanckî)
[biguherîne] Lînk - Çime
- Malpera Amedê (bi tirkî)
- Belediya Amedê (bi tirkî)
- Amedê (tirkî)
|
![]() |
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
![]() |
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |