Endulus
Ji Wîkîpediya
Endulus (erebî: الأندلس :El Endulus) navê dewletê ku li girava îber ji alîya misilmanan hat ava kirî û navbera 711an de 1492an serwerî ajotî bû.
Di 711an de Ereb û Berberîyan ji Fasa îroj de ser Tengava Cîbraltar re êrîşa Keyanîya Vîzîgotayê di wê demê de Cenga Gel de kirin. Di serdariya Tarîq îbn Zîyad de artêşeke ji 500 mirovan de pêk dihatî keyî Vîzîgotan bin xist.
Tarîq di salên pêş de bi Mûsa îbn Nûsayr, parêzgerê Efrîqa bakur, ve tev jî dewama dagir kirina Nîvgirava îber kir. Di 714an de lawê Mûsa îbn Nûsayr Ebd ûl Ezîz bû parêzgerî Endûlus û Sevilla jî bû paytexta dewlet e. Ebd ûl Ezîz Egilona, jina bîya keyî Vîzgotanî dawî Roderich, kira jina xwe.
Di 716an de Eyyub bû paşwerî Ebd el-Eziz û Córdoba kira paytexta Endulus. Di 718an de Endulusiyan li nîvgiravê derva hin xakên li bakur rojavaya êdî bi tunî serwerî dajot.
Dema xelîfe Sahm de, di 720an de çiyayên Pyrenee derbaz kirin û berê çerxa Narbonne û Toulouse kir. Lê bi peymaneke navbera dûkê Frankan Eudo re peyman kir şunda vegerî bû.
732an de bi pêşengîya Xafikî de misilmana dîsa çiyayên Pyrenee derbaz kirin û Arles û Bordeaux dagir kirin. Lê kênge wî berîyî xwe çerxa Tours kir bi artêşa Frankan re ceng kir û di wê cengê de jîyan ji dest de û artêşê xwe vegerîya nîvgirav Îber.
Lê di 735an de artêşa misilmanan di serdariya Ûkbe de şunda derketa sefereke ser Fransa der xistin. Di wê seferê de wî bajarên Arles, Avignon, Lyon dagir kirin. Lê Karl Martell nêzik şunda misilmanan dehifandina nîvgirava îber. Derve bajarê Narbonne tenê dest misilmanan de ma.
Parêzgerên Endulus demên pêşin xwe wek emîrî Xelîfeyên Ûmayyayan yên Şamê diditîn.Lê kênge di 755an de kargera Ûmayyayan ji alîya Ebbasiyan hat vala kirin, Ebd er-Rahman I revîya Endulusê û li wir bi kêfxweşîye hat pergînîkirin û ji pê re jî xwe wek xelîfe da zanîn û Emîratiya Cordoba saz kir.
763 de Xelifetîya Ebbasiyan ji bo wan deran dagir bike artêşek şande Endulus. Lê Ebdurrehman ew artêşa bin xist.
Di 785an de Frankan Gerona, dagir kirin. Di wan deman de Frankan û misilmana ser Pyrenee re êrîşa hev dikirin. Misilmanan di 795an de Narbonne dagir kirin, lê di 801an de Frankan Barcelona, 811an de jî Tortosa dagir kirin.
Di dema Ebdûrrehman II de, yê di 822an de derbaza textê bûyî, Endulus çendayî hunerî dema xweya herî rind dît.
Di dema Xelîfe Ebî Emîr el-Mansur de, generalekî Hişham II bû, Endulus şunda demake xweya baş dît û wî di 985an de Barcelona şunda hundura dewletê kir. Kênge El Mansûr mir Xelifetî keta cengeke hundur û dewlet bû 12 paran û ew dema wek Keyanîya Taifa tê zanîn.
Di 1085an de "El Murabitan" ji Efrîqa de hatin û kargerî dest xwe xistin. Lê di Sedsala 12'an de kargerî derbaza Mûwahhîdan bû. Di 1212an de Cenga Las Navas de Tolosa de hevalbendîyên Portekîz, Katîlya û hin dewletên din ve Mûwahhîdan bin xistin şunda Endulus di bin xanêdanê Nasridîyan ji bajarê Granada tenê de ma. Di 1492an de ew dera jî ji alîya Kastîlyan hat dagir kirin û dema Endulusa li Spanya dawî bû.