Fîs (gund)
Ji Wîkîpediya
Gundê Fîsê (bi tirkî Ziyaret) li başûrê rojavayê Licê li ser riya Amedê 60 km ji Licê dûr e. Gund li başûrê deşta Fîsê hatiye avakirin. Gundekî bejî ye. Fîs bi xerabeyên Daqnanos tê nas kirin. Li ser riya Licê û Amedê qehweya Deşta Fîsê heye. Ciyê sekna rêwiyan e. Xwarinxane û çayxane li wir hene. Partiya Karkerên Kurdistanê jî li gundê Fîsê hatiye damezrandin. Wek îdare Fîs bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50 yî ve li gund dibistan heye. Dewletê navê Ziyaret lê kiriye.
Li gundê Fîsê di roja 27'ê sermawezê 1978'an de PKK hat damezrandin.