Hadîs
Ji Wîkîpediya
Hadîs (bi erebî حديث pirane أحاديث Ahadîth agahî, kevneşopî) gotin û kirinên Hz. Mihemmed in. Ji tiştên ku Pêxamber bê gotin red yan jî qebûl kirine jî hadîs tên gotin. Ji hemû tiştên di derbarê Hz. Mihemmed ra jî Sinet a Pêxamber tê gotin. Hemû Hadîs ji naverokê (matn) û girtekê (isnad) pêk tên. Girtek bi xwe jî ji mirovên ku hadîsek riwayet kirine (rawî) tê holê. Hadîsek dikanî bi du aliyan lawaz be. Yan ji alîyê girtekê, yan jî ji alîyê rawîyan. Ji hadîsên beşa yekemin ra di gora saxlemiya xwe musnad, mursal, mutasil, munqatî, mudal û muallaq tên gotin. Ji hadîsên beşa duyemîn ra jî mevzu, metruk, munker û şaz tê gotin.
Mînakek ji bona girtekê: "A ji min ra got ku, wî ji B bihistîye û wî jî ji C bihistiye ku Pêxamber aha gotiye....."
Zanyarên ola Îslam ê hadîsan ji gora rewacdariyê/bawermendiyê di çar beşan da parva dikin: sahîh - xurt, resen, zexm; hasan - baş; zayîf - lawaz, bişik û maudu - nerast. Va parva kirina ji gora rewacdariya girtekê û rawîyan bi hev re dibe. Lê yê herî pirr dîsa şexsîyet û jiyana rawîyan rolekî mezin dilizî.
Di diroka Îslam ê da gellek pirtûkên hadîsan hatine nivisîn. Niviskarên yê herî navdar Buxarî, Muslim, Malik ibn Anas û Exmed ibn Hanbal in. Exmed ibn Hanbal bi xwe imamê mezheba Hanbelî yan e.
Pirtûkên navdar yên hadîsan:
- Sahih Bukhari, al-Dschami as-sahih
- Sahih Muslim, al-Dschami as-sahih
- Ibn Madscha, Kitab as-sunan
- Abu Dawud, Kitab as-sunan
- At-Tirmidhi, al-Dschami as-sahih fi s-sunan
- an-Nasa'i, Kitab as-sunan
- Malik ibn Anas: al-Muwatta`
- Ahmad Ibn Hanbal: Musnad ibn Hanbal
- Yahia bin Sharaful-Deen An-Nawawi, Kitab Al-Arba'in