Buxarî
Ji Wîkîpediya
Abû Abdullal Muhammed ibn Ismaîl al-Cûfî al-Buxarî 21ê Temûza sala 810an wek nevîyê farisekî ji Buxarayê hate dinê. Hîn yanzdeh salî bû dest bi xwendina zanistiya hadîsan kir û şanzdeh salî çû Mekkeyê û Medîneyê heca xwe kir. Li wê derê li zanistên herî bi nav û deng yên hedîsan guhdarî kir. Paşê çû Misirê û şanzdeh salan li Asyayê geriya, ji van şanzdeh salan pênc li Besrayê borandin. Ew vegeriya axa bav û kalê xwe û li wir 31ê Tebaxa sala 870î mir. Ew bi pirtûka xwe ya hedîsan bi navê camî us-sahîh bi nav û deng bûye. Di vê pirtûkê de wî ji hezaran hedîsên ku di dema gera xwe da naskiribûn tenê yên ku rastiya wan li gor isnâdê isbatbûyî bûn kom kirin. Ango eger ev hedîs li gor rêza kesên gotî bigihişta heta dema Mihemmed Pêxamber, wî hingî ev hedîs wekî rast dipejirand û kom dikir. Ev berhem yek ji şeş pirtûkên hedîsan e ku ji aliyê Îslam a sunnî tên pejirandin.
[biguherîne] Jêder
- Jockel, Rudolf (Hrsg.); Islamische Geisteswelt: Von Mohammed bis zur Gegenwart, München 1981
- Encyclopedia of Islam; I, 816-817: Al-Bukharî (C. Brockelmann)