Harmegedon
Ji Wîkîpediya
Harmegedon bêjeke ji Mizgînî, peyxama Yûhenna ye. Li gorî wê cîhê şerê dawî berê hatina Mesihê ye.
Bêjeya Yewnanî Har Magedón ku gelek wergerwan bikar tînin, bi mane û wateya „Çiyayê Megîdo“ [yanî çiyayê li Rojhilata Navîn] yan jî „Çiyayê Kombûyîna Leşkeran“ tê fêhmkirin. Ev gotin jî dîsa ji bêjeya Îbranî hatiye stendin û maneya wê jî dîsa bi „Çiyayê Megîdo“ ye. Bi vî awayî em dibînin ku, ev bêje cara yekem di peyxamên Xwedê de tê ziman û ji wê bi edebiyat û wêjeya dunyayê belev bûye. Şandiyê Yûhenna ev gotin cara yekem di Peyxamê de aniye ziman. Pirtûka Pîroz vî navî bi tevkujî û holokosta çekên nukliyerî û dendikî ve girê nade. Lê bi „cenga Roja Mezina Xwedayê karîndarê her tiştî“ ve girê dide (li Peyxama Yûhenna 16:14, 16). Ev nav bi taybetî vê maneyê tîne holê, „cîhê [bi Yewnanî: tópon, e yanî rewş û hal e]“ ku, di wê rewşê de wê serwerê siyasî yên dunyayê xwe li dijî Afirandêr û padîşahiya Mesîhê wî kom bikin. Wê ev hereket û hewldayîna dijberî, bi destê hewldayînek cîhangerî dijî xizmetkarên Xwedê yektayên li ser zemîn be. Jiber ku, ev kes nûnerên Padîşahiya Xwedê ne. Êrişa Harmegedon yan jî Armagedonê ji aliyekî ve dişibe êrişa Gogê ji welatê Magogê.
- „Xudan, XUDA wusa dibêje: dê ew roja wusa bibe ku, dê hinek tişt bên aqilê te û tuyê ramanên xerab bifikirî û tuyê bibêjî: Ez hilkişim warê gundên bêdîwar, ez bi ser yên ku di rehetiyê de nr û di ewlekariyê de rûdinin herim, gişt bêyî dîwar rûniştine û çilmêriyên deriyên wan û deriyên wan nîne. Tuyê bona talan û yexme kirinê û bona ku li dijî cîhên çawa xera bûbûn, lê niha mirov lê rûdininê û neteweya ku ji gelan ve hatine civandin destê xwe bizivirînî hilkişî, ew netewa ku dewar û mal qezenc kiriye, di navika dinê de rûdine“
- (Hêzekîêl beşa 38 ayetên 10 – 12).