Hewxşter
Ji Wîkîpediya
Hwexşetre an Hwexştir sêyemîn patşahê Mad bû.
Paş kujranî Frewertîş, kurekey ke nawî Hwexşter bû deselatî girte dest. diyare ew kêşey zorî legel skayiyekan hebû. huxşter pêşewayekî lebar u le berêwebirdinî karubarî wilatda serkirdeyekî bêwêne bû.
ew bo ewey ke btwanê berengarî supay dujmn bêt, supayekî rêkupêkî ko kirdewe u psporane barî hênan. supayek birîtî le sware u piyade. swarekaniyan şaniyan le şanî swarekanî aşûrî deda u piyadekaniyan le tîrhawîştin bêwêne bûn u be tîrukewan u nêze çekdar bûn.
leber ewey ke wilatî mad cêgeyekî lebar bo perwerdey esp bû u madekan her le mindaliyewe şarezay espswarî u tîrhawîştin bûn, karî huxşter asantir debû bo pêkhênanî swareyekî xawen ezmûn u bezîpkuzakûn. huxşter twanîî cengaweranî aza u becergî wa bar bênê ke le hîç ştê nedeslemîn. her be yarmetîî ew supa nebeze twanîî skayiyekan ke demêk bû le wilatî madda kewtbûne talan u kuştubir têk bşkênê u le wilat wederiyan nê. bewcore toley bawkî u wilate talankirawekey madî le skayiyekan kirdewe.
paşanîş legel (nebû polassar) patşay babil ke pêştir be yarmetîî madekan serbexoyî xoyan bedest hêna bû, yekî girt u be supayekî giranewe hêrşî birde ser aşûriyekan u şarî neyneway le 612î pêş le zayînda girt ke paytextî aşûriyekan bû. sarakus (senaxerîb) ke paş mergî (aşûrbenîpal) bibuwe patşay wilatî aşûr, ke dîî bergey madekan nagirê agirêkî gewrey helkird u xoy u xawuxêzanî xste naw agireke u bewcore çray temenî hezar saley împiratorîî aşûr kujrayewe.
le serdemî huxşterda wilatî mad gelêk perey send. huxşter be têgeyştuwîî u zanayîî xoy xizmetî gewrey be madekan kird. împiratorîî mad le serdemî huxşterda zor bilaw u berîn bibwewe.
huxşter le salî 584î pêş zayîn koçî duwayîî kird.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».