İhsan Işık
Ji Wîkîpediya
İhsan Işık (4'ê gulanê 1952 Amed) yek ji siyasetmedar, bûrokratê dewleta Tirk û nivîskarên ji Amedê ye.
Piştî bidawîkirina dibistana seretayî, navendî (miyandî) û amadeyî li Amedê, diçe Erziromê di zanîngeha Atatürk fakûlteya wêjeyê beşa ziman û wêjeya Tirk de dixwîne. Di sala 1976'î de zanîngehê bidawî dike û li Stenbolê bicihdibe. Karmendî, şêwirmendiya çapemeniyê, gerînendeyê kovar (pêserok) û çapxaneyan, bazirganî û mamostetiye dike. Di salên 1995 - 1996'î de gerînendetiya İETTê (Saziya şaredariya Stenbolê bo elektrîk, telefon û troleybûsan) dike. Herwekî gerînendetiya SHÇEKê (Saziya bo zarokên sêwî) jî dike.
Ew herwekî di siyasetê de şêwirmendiya gelek wezîran dike. Herçendî jiyana wî pirranî di polîtîka û bûrokrasiyê de jî boriye, ew yek ji endamên TYBê (Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyê) ye.
[biguherîne] Hin ji berhemên Işık
- Sevgili anneciğim - Mamacana min (Dayika min î xoşewîst), 1987
- Bediüzzaman Said Nursi ve Nurculuk - Bedîûzeman Seîdê Nûrsî û Nûrperestî.
Kategorî: Siyasetmedar | Bûrokrat | Nivîskar | Amed