Kîlîkya
Ji Wîkîpediya
Kîlîkya (lat. Cilicia) navçeyake antîka li Anatoliya bû. Ew îroj li ser parêzgehên Tirkiye Edene û Mersin dikeve.
[biguherîne] Sînor
Ew li rojhleta bi çiyayên Toros û çemê Ceyhan, li bakur Kapadokya (îroj niğde), li rojhelat jî çiyayê Amanos sînor kirî bû.
[biguherîne] Dîrok
Ew di dema Hititan de wek mîrzatî dihat kergar kirin. Di (1318–1290) b.z. de Hititan Adanyia hundura xakên xwe kirî bûn. Kîlîkya di çavkanîyên de Asûran de wek Khilikku derbaz dibe. Ew di dema Darîûş de yek ji satrap(navçe)a Persan bû. Di dema Elenîk ew navbera Seleukidan û Lagidan de diçû û dihat. Di dema Tigranes de ew navçeyake împaratoriya Ermenîstan bû. Ji pê re serwerîya împaratoriya Roma hat û ew bû navçeyeke kargerî. Dema Roma bû du paran ew di alîya Bîzans ma. Ew di sedsala 7'anan de derbaza Ereban bû. Dûv Cenga Malazgirt re selçukan Anatoliya dagir kirin jî ew di bin destên Keyîtîya Ermenîstan de bû. Ew heta bi destên Memlûkan hat dagir kirin bin destên Ermenîyan de ma û ji pê Memlûkan re di sedsala 15'an de keta bin destên Osmanan.