Împaratoriya Roma
Ji Wîkîpediya
Împaratoriya Roma (latinî: Imperium Romanum) yek ji dewletên mezina dîrokê de ye. Wê bi piranî bi paytexta Rom de, ji 6. sedsala b.z. de heta sedsala 5'an serwerî ajotî bû . Dema serwerî ajot de li împaratoriyê gelek xelkan, zimanan û olan serwerî ajot.
Împaratorî dema împarator Trajan de gehîşta sînorên xweya herî mezin û li ser sê parzemînan xakên xwe hebûn. Di wan demên rind de bi tunî xakên li dor Derya Navîn, Galya, bi piranî girava Brîtanya û xakên dor Derya Reş bin serwerîya împaratoriya Roma de bûn. Ew bi 5 900 000 km² rûerda xweya waxtakê împaratoriya herî mezina di hatiya demazrandin e.
Li împaratoriye gelek ziman dihat axaftin jî, Latinî zimanê împaratoiya fermî bû. Latinî ji pê Roma hilwaşiya re, demaka dirêj wek zimanakê Zanist ma. Li zava Roma-Katolîk de latinî heta sedsala 20'an wek zimanê peyxam dihat pejirandin. Li ser zanistiyên wek Bîolojî, Bijîşkî Latînî îroj jî bandoraka mezin heye. Wek wê li ser Dad û teşeyê Kargerîyên Ewropaya îroj bandoraka mezina sîstemên Roma heye.

Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Demazrandin û Dema Komarî
Gorî Destana damezrandina bajarê Romayê Mezringeha împaratoriya Roma û bajarê Roma nêzî sala 750 b.z bû, lê ew ne vebirî ye. Di wê demê de dewletê bin bandora Etruksan de bû. Dewlet di wê çaxa de wek Keyatiya Roma tê nav kirin. Dema etruksan de Keyatîyê li dor Rom tenê serwerî dajot.
Çandeyî Etruksan gelek bandor li Roma kiri bûn. Hêjmarên xwe yên Etrûksan bûn û heta wan elfabata Latîn peresandin elfabata Etruksan bikarandî bûn. Nêzî 500 b.z. de Roma li serwerîya etruksan filitî. Di wan salan de gelê Roma keyê etruksanan dawî Tarquin li Roma mişext kirin û kargerî wergera komarê kirin. Ji pê re çaxa Komara Roma dest pê kir.
Li wê demê Monarşîya Roma wiha bû; Li dewletê du Konsul her sal dihat hejmertin hebûn. Ser wan Konsulan re Senato he bû û wê ew herdu Konsulan dager dikirin. Li wan bêtir li kargerîye Adel(Aedilis), Patrîsyan û Preator jî karbedest bûn. Konsul demê peşîn ji Patrîsyanan tenê pêk dihat. Li serîhildanakê şunda Pleban re jî va bû. Wê demê yek derba li Foruma Romanum peşervan, zanyar û gel beraftîn dikirin.
Gelê Roma wiha par va di bû; Li peşengê, malbatên kevina Roma bi navê Patrîsyanan(Patrician) he bûn. Lê, gel bi piranî ji Pleban pêk dihat û ewna nedikanîn teva polîtîka bin. Sklav wek mal dihat dibîn û ji azad bûne bêtir tu mafan xwe tune bûn.
Paş şêra hundura gelan di Roma derketî bû, dor 150 salan ajitî bû, şunda Pleban di 367 b.z. de hatin bi Patrîsyan re di politîk de wek hev bûn.
[biguherîne] Belavbûna Roma
Di 3. sedsala b.z. de Roma dest bi belavbûna li ser xakên îtalya kir. Di 275 b.z Kartacayan, dewletaka li Tûnisa îroj, êrîşa Roma kir û navbera wan de Cenga Punişan der ketin.
Di wan cengên Punişa Yekem(264–241 b.z.) de Roma bi Kartacayan(îroj, li Tûnis) va li ser parva kirana Sîcîlya li hev hatin. Roma Sîcîlya dest xwe xist. Lê çend salan din Kartacayan di derya re êrîşa Roma'yan kir û Roma'yan bin xist. Ji pê re Roma'yan ji bo Kartacayan re baş bikin komkeştî çêkirin û bi dawî Kartacayan bin xistin û Sîcîlya li wan şunda standin. Sîcilya û ji pê re jî Sardûnya ji dest Kartacayan de derbaza destên Roma bûn. Kartacayan bi mebesta wan giravan şunda dest xwe xin li Hispanya(îroj Spanya) keyatiyaka kolonî çêkirin.
Di Cenga Punîka Duyem de (218–201 b.z.) keyê Kartacayan Hannibal Roma bin xist. Hannibal başûra Galya(îroj, Fransa) hel girt, çiyayên Alpan derbaz kir û êrîşa îtalya kir. Wî gelek artêşên Roma tune kirin. Di Cenga Cannae (216 b.z.) de Hannibal dîsa Roma bin xist, lê Roma bi tunî dagir nekir. 204 b.z.an de Romayan derbaza Efrika bûn û li wir êrîşa Hannibal kirin û di 202 b.z. de Hannibal bin xistin. Kartacayan xakê xweya Efrika û komkeştiyên xwe bi tunî wunda kirin. Wê demê de Roma Hispanya jî dest xwe xistî bû.
Paş serkeftinên hembera Kartacayan di Cenga Punişan de Roma li bakura Derya Navîn bi tenê serwerî dest xwe xist. Di wê demê şunda Roma êdî Helena Yewnanîstana antîk jî doz dikir. Romayan hembera Seleukidanan jî sekeftin bû. Bi alîkarîya bajarên Anatoliya jî, Roma 192 b.z.–188 b.z. de Seleukidanan bin xistin. Romayê li wê serkeftîna şunda xakên Anatoliya bi piranî dest xwe xistin. Paş Makedonan jî di 168 b.z. de bin xistin Roma yek bi yek xakên Yewnanîstanê dest xwe dixistin. Di 146 b.z. de Yewnanistan êdî bi tunî hundura Roma bû. Di wê demê de Roma dîsa Kartacayan di Cenga Punîk Sêyem de di (150–146 b.z.) de bin xistin.

Pergama(îroj, Bergama) di 133 b.z. de bi peymanakê hundura Roma bû. Di 64/63 b.z. Seleukidan edî bi tunî hundura Roma bûn.
[biguherîne] Cenga Hundur
Li Komara Roma di 2. sedsala b.z. de li hundura Roma Cenga Gel derket. Pleban ji berê de ji bo rewşa aborî û polîtîk dilxweş nebû bûn. Paş birayên Tiberius Gracchus û Gaius Gracchus hatin kuştin şunda li Roma pleban serhildan û Patrîsyanan re ceng kirin. Ew cengê navbera gelî Roma de derketî bû di 91 b.z. de heta 89 b.z. dewam kir.
Li wê cengê şunda di 60 b.z. de Triumvirate(Kergarîya Sê kesan) pêşîn hat saz kirin. Gorî wê dewlet bi bi wan sê kesan; Julius Caesar, Gnaeus Pompeius Magnus û Marcus Licinius Crassus dihat kergerand.
Caesar di 44 b.z. de hat kuştin. Ji pê wê re dîsa cenga li hundur der ket. Octavian, paşê re hat Augustus nav kirin, bi Marcus Antonius va, hevanîyên Ceaser kuştînî Brutus û Cassius di Cenga Philippi de bin xistin. Paş re Marcus Antonius û Octavian li Cenga Actium hatina hembera hev. Di wê cengê de Octavian Kleopatra ji Marcus Antonius re alîkarî kir jî ewna herdu bin xistin.
[biguherîne] Dema Împaratoriyê
Paş Octavian li hundura dewletê ewleyî pêk anî re Senato ew wek Augustus(latinî, mirovê bilind) nav kir û kira serokê Roma.Di dema Augustus de Imperium Romanum li dor Derya Navîn bi tunî serwerî dajot. Dîsa di dema Augustus de peymana Roma (Pax Romana) hat kirin. Li împaratoriyê hejmertina nîfusê kir. Augustus çandeyî jî tiştên mezin kirin. .
Li Augustus şunda, dema Claudius de, Brîtanya jî hat hundura împaratoriyê kirin.
Trajan di 98an de derbaza texta Roma bû. Trajan împaratorê herî pêşiyê ku na îtalyan bû û ji Hispanya de bû. Dema împaratoriya Trajande sînorên İmparatorîyê heta îskoçya, Portekîz û Mezopotamya fireh bûbûn. Li Trajan şunda 98an da heta 180an de împaratoriyê dema xweya herî rind dijî.
Di sedsala 3'an de êrîşên Qomên germanan, ango Koça Qoman, wek elamanan û Got, Vandalan dest pê kir. Li rojhelata împaratoiyê jî hembera Sasanîyan re şêren mezin dibûn.
Diokletian di 284an de derbaza textê bû û di dema xwe de kargerî wek leşkeran û neferman kira du paran. Wî Tetrarşî(kergarîya çarî) roma saz kir. Gorî wê du împaratorên bi nave (Augustus ) du jî bi nave (Caesar ) Împaratorî wek rojhelat û rojava di du paran de kergar dikirin.
Konstainê Mezin li bavê xwe şunda di 312an de derbaza textê bû. Wî heta 324 ji bo li împaratoriyê ewleyîyê peyda bike têkoşîn kir. Paş wî serwerî li ser împaratoriyê peyda kir şunda paytext bira Konstantinopolis e.
Di 375an de paş Valentinian I mir şunda Gratian û Valens derbaza textê bûbûn. Kengê Valens hembera Gotan di Cenga Adrianapolis de mir Gratian Theodosius I wek împaratorê rojava da zanîn. Thedosius di 394 bi tenê bû imparatorê Roma, lê ew salak naçû jîyan ji dest da. Di 395an de paş Theodosius I mir re împaratorî êdî vebirî wek rojhelat û rojava bû du paran: Împaratoriya Romaya Rojhelat, piştre dibe Bîzans û Împaratoriya Romaya Rojava. Di dema Theodosius I de xiristiyanî bû Olê fermî. Li Theodosius I şunda lawên xwe Honorius li rojava, Arcadius jî li rojhelat derbaza textê bûn.
[biguherîne] Ruxîn li Rojhelat û Rabûn li Rojava
Paş Hunan ji Asya Navîn de berva Ewropayê koç kirin re, vê li ewropa wek bandora domîno kir û qomên dinên wan deran yek bi yek berva rojava û hundura ewropa koç kirin. Pê Gotan hembera Hunan bin ketin re, koç û êrîşa xakên Roma kirin. Di Cenga Adrianopolis de Roma hembera Gotan bin ket û p reê împaratoriya Romaya Rojava gelek lawaz bû. Di navîna sedsala 5'an de xakên Galya û Spanya bi piranî qomên germanan wek Vandalan, Frankan û Gotan ketin. Di wê demê de di 435 an de Efrîka jî bi dest Vandalan ket. Paytexta Rojava di wê demê de ji Milan de hatî bû birina Ravenna. Di 410an de bajarê Roma bi dest Vîzîgotan ket. Di 455an de jî bi dest Vandalan ket.
Împaratoriya Romaya Rojhelat roj bi roj keta bin bandora Germenan. Di 476an de Germanan Odoaker kira împaratorê Romaya Rojhelat. Lê împaratorî rojava Odoaker xwe wek navçeyaka rojhelat didît.
Di wê demê da xemgîniya Împaratoriya Romaya Rojava ji bo êrîşên germanan tune bû. Di împaratoriya Justinian I de, serdarî wî Belisar, sînorên Bîzansê heta bi piranî Maxrîb, Îtalya û Spanya fireh bû. Bîzansê di wê wextê de li rojava bi Sasanîyan re ceng dikirin. Di sedsala 7'an de împaratorî cara pêşî ji alîya Sasanîyan hat dagir kirin. Lê, wan bi dawî di dema Herakleios de ewna bin xistin. Lê ji pê wan re jî êrîşên Ereban dest pê kir.
Paş dema Heraklios de Bîzans şuna zimanê Latinî zimana yewnanî kira zimanê fermî û di navê imparatora da şuna imperium navê Basileus hat bikaranîn, ew ji Roma bi tunî bû. Ew êdî na împaratoriya Romaya Rojava, paşpêkî bi paytexta Konstantinopolis Bîzans bû û heta navîna sedsala 15'an serwerî ajot.
[biguherîne] Dewletên Pêmavan
Li împaratoriya Roma şunda hin dewletan xwe wek pêmavana Roma didît. Wekok Împaratoriya Romaya Pîroz xwe wek pêmavana Împaratoriya Roma didît. Çarên Rusan jî xwe wek pêmavanê împaratoriya Romaya Rojava didît. Navê împaratorên Romaya Pîroz Kaiser û navê împaratorên Rûsan Çar ji navê împaratorên Roma Ceaser de dihat.
[biguherîne] Bibîne
- Lîsteya Împaratorên Roma