Kamgeran
Ji Wîkîpediya
Kamgeran (Kamkaran, bi Farsi كامكارها Kâmkârhâ, bi Ingilîzî ji wan re 'Kamkars' tê gotin), malbateke Kurd ku ji heft birayan û xwîşkekê pêk tê, yek ji muzîkvan û muzîkarên Îranê û Kurdistanê ne. Repertuwara wan ji muzîka Kurd ya dewlemed û rengareng bi awazên tûj û ji rîtmên muzîka Iranê ya kalsîk pêk tê. Repertuwara muzîka Kurd gelek cur e û di dîroka xwe ya kevin de ra û şaxên xwe berdane nav laşên mirovan.