Kurdistan
Ji Wîkîpediya
![]() |
Ev gotar der barê welatê kurdan e. Ji bo wateyên din ên "Kurdistan" bibîne: Kurdistan (cudakirin) |
Kurdistan tê wateyê welatê kurdan. Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de hat perçe kirin. Beşên Kurdistanê ev in: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Rojavaya Kurdistanê.
Tabloya Naverokê |
Dîrok
- Gotara mezin: Dîroka Kurdistanê
Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Pers û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.
Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetîyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.
Al
Alê Kurdistanê di sala 1920 hatiye damezrandin ji layê Komelên Kurdistanî ve di wî serdemî da. Alayê Kurdistanê ji sê rengan pêk tê û li ser wan sê rengan jî rojeka 21 tijk heye. Ji serî bu binî rengê sore li nivekê renge spîye u li binî renge keske. Raman rengan ji eveye:
- Sor, Xwina canemergên Kurdistanê ye eva hatiye rêjtin.
- Spî, raman azadiye di det li Kurdistanê
- Kesk, raman suruştê Kurdistanê ye
Ramana rojê ji ewe ku roja Kurdiye, rojeka geşe bu Kurd u Kurdistanê. Roj ji 21 tijkan pêk têt
Marş
Sirûda netewiye Kurdistan Ey Reqîb e.
Coxrafya
Ji bo bajarên Kurdistanê binêre: Listeya bajarên Kurdistanê
Girêdanên derve
![]() |
Ev gotara bi soranî: | كوردستان | :ەڤ گۆتارێ بی سۆرانی |
|
![]() |
---|---|
Bakurê Kurdistanê | Rojhilata Kurdistanê | Başûrê Kurdistanê | Başûrê Rojavaya Kurdistanê |
|
![]() |
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |