Mehdî Zana
Ji Wîkîpediya
Mehdî Zana (*1940 li Farqîn/Parêzgeha Amedê) siyasetmedarekî Kurd e.
Di sala 1963'î de dibe endamê TİP (Partiya Karkerên Tirkiyê) û him têkoşîna çînên bindest, him jî ya gelê Kurd dide. Di sala 1978'î de wekî endamekê serbixwe tevlî hilbijartinên şaredariya Amedê dibe û biserdikeve. Heya rûdana destdayîna artêşa Tirk a desthilatdariyê di sala 1980'î serokatiya şaredariya Amedê dike. Di cûntaya 1980'î de tê girtin û zîndanîkirin. Ew zêdetirî 16 salan li zîndanê de dimîne. Di pêvajoya reş a Zîndana Amedê de ew jî li wir e û rastî hemî êşkenceyên hovane û barbarî tê.
Piştî derketina wî ya ji zîndanê derdikeve derveyi welêt û tê Ewropa. Li ser daxwaza Tirkiyê Swêd û Elmanya serîlêdana wî ya penaberiyê napejirînin û ew li ser xebatên parêzeran li Frensayê mafê penaberiyê werdigire. Heya sala 2004'î li menfîtiyê dimîne. Niha li Amedê dijî.
Mehdî Zana bi Leyla Zana re zewiciye û bavê 2 zarokan e.