Mersîn
Ji Wîkîpediya
Mersîn (Mersîn, Kilikya) bajarekî Tirkiye ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Karaman û Qonya , li rojava bi Antalye ve, li başur bi Deryaya Spi ve û li rojhilat jî bi Edene/Adana ve tê dorpeckirin.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda bajêr 15.853 km² ye. Ji vî erdî % 87 wî ji çiyan û % 13 ji deştan pêk tên.
[biguherîne] Îklîm (av û hewa)
Îklimek taybet a deryaspi li herêmê heye. Zivistanan germ û þillî û þilopî, havînan jî zede germ u zuha derbas dibe.
[biguherîne] Nifus (2000) û navçeyên bajêr
- Navend 733 660
- Tarsus 348 205
- Anamur 83 864
- Mut 74 374
- Erdemli 142 355
- Silifke 156 351
- Bozyazi 43 835
- Aydincik 11 501
- Camliyayla 18 964
- Gulnar 38 292
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 1.651.400 e.
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Medetsiz Tepesi (3.584 m) e. Destpeka Ciyayen Torosan ji nava herêma destpedike.
[biguherîne] Deşt, zozan û gelî
Mersin, ji demen antik heya niha bi du besa te naskirin yek Kilikyaya ciyayi (Taseli) yek ji Kilikyaya desti (Cukurova)ye. Desta Tarsus e 85.000 hektar, desta Berdan e 40.000 hektar u desta Anamur e 5.660 e.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê Berdan Çayı (268 km) çemê herî mezin e li herêmê. Weki din çemê Göksu (90 km) ji te nasin.
[biguherîne] Babeten Indistri u Aboriye
Li herême fabriken mezin wek ji bo rafineya petrole, ji bo kaxiz u tekstile gelek hene. Herem bi masivani, rejberiye u turizme ji gelek peste cuye.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li herêmê pirtir Krom, Hesin, Kuvarsit u Linyit ji bin erdê dertê.
[biguherîne] Babeten Rejberiye
Li herêm de narinci, genim u pincar hesinten. Fekiyen ku di klima deryayaspide hene hemu meriv dikare li Mersine bibine.
[biguherîne] Ol û civak
Nifûsa herêmê %52 en ku li mersine bune pek te en din ji pirani Kurden ku ji ber sere netewi kocberbune pekte.Nifûs ji muslumanên elevî û sunnî pêk tê.Hinek kembaweriyen din ji hene. Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen civaka herêmê teþkîl dikin.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Navê bajêr yê kevn di çavkaniyên Asûriyan de wek "Chilakka" derbas dibe. Heya komara Tirkiye avabuye nave hereme wek Kilikya dihat zanin.
Berî Îsa(zayîn)
- 6000 - 5500 Dema Neolitik
- 5500 - 3000 Dema Kalkolitik
- 2000 - 1200 Mirtiya Kzuvatna
- 1200 - 600 Mirtiya Kue
- 600 - 333 Persan
- 333 - 101 Selevkosan
- 101 - +395 Dema Romayiyan
Piştî Îsa (zayîn)
- 395 - 661 Dema Bîzansiyan
- 661- 960 Dema Ereban
- 960 - 1100 Dema Bîzansiyan
- 699 Dema Ereban
- 1228 Dema Selçûkiyan
- 1473 Dema Osmaniyan
- 1916 Dema Fransi u inglizan
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |