Çewlik
Ji Wîkîpediya
Çewlik (tr: Bingöl) bajarekî li bakurê Kurdistanê (Tirkiye) ye. Navên din ên bajarê Çolig, Çewaxçur an Çebaxçur in.
[biguherîne] Erdnîgarî û Sînorên Bajêr
Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzîngan re, li rojava bi Dêrsim û Mezra re, li başûr bi Amed re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.
[biguherîne] Taybetiyên Erda Bajêr
Pîvana erda herêmê 8319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin
[biguherîne] Avhewa
Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar , dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe.
[biguherîne] Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr
- Navend; 107615,
- Azaxpêrt tr Adakli 11429,
- Darahênê (Gênc) 36692,
- Kanîreş (Qarliova),29868,
- Gêxî (Kiği) 6797,
- Bongîlan (Solhan) 35327,
- Xolxol (Yayladere) 3274,
- Cerme (Yedisu) 3788
Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 234790 e.
[biguherîne] Çiyayên Herêmê
Karîr (2373m), Şeytan (2906m), Çavreş (2246m), Serçelîk (2900m), Cotela(2940)
[biguherîne] Deşt û Zozanên Herêmê
Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye , deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1500 m yî, zozanên herî naskirî; wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darahênê (60km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê herî mezin "Çemê Miradê" ye. Çemê" Perî" jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in; Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li Çewlikê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanîreşê jî lînyît peyde dibe.
[biguherîne] Babetên Meywanan
Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî; kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.
[biguherîne] Ol û Civak:
Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne.
[biguherîne] Kincên herêmê:
Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.
Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr:
Navê herî kevn yê bajar "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Nawek din yê bajêr jî "Çapakçur " e, di Încîlê de mana wî tê "ava paqij" yan jî ava cennet (bihuşt) ê. "Nahrî" jî navek din yê bajêr e. Çewlik û Bîngol jî navê wî yê vê demê ye.
[biguherîne] Kronolojî
Berî Îsa (zayîn)
- 200 dema Aramiyan
- 800 dema Asûriyan
- 200 dema hukumdarî ya Arasiyan
- 38 Dema Romayiyan
Piştî Îsa (zayîn)
- 395 dema Bîzansiyan
- 636 Dema Ereban
- 1230 dema Selçûkiyan
- 1243 dema Moxolan
- 1515 dema Osmaniyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk û gerê
Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.
|
![]() |
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn| Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |