Osman Baydemir
Ji Wîkîpediya
Osman Baydemir (* 1971 li Amed) yek ji dadnas, parêzvanê mafê mirovan û serokê şaredariya Amedê ye.
Di sala 1995'î de tevlî rêxistina mafê mirovan a Tirkiyê İHDê dibe. Do 3'ê sermawezê 2002'î de dikeve hilbijartinên parlamentoyê yên giştî lê ji ber ku partiya ku tê de endamiya xwe danîbû DEHAP, bendava 10 % a hilbijartinan derbasnekir, nekete parlamentoya Tirkiyê. Sala 2003'î bo demek kurt diçe DYAyê û Îngîlîziya xwe bipêşdixe. Di hilbijartinên 2004'î de ji bo şaredariya Amedê tê hilbijartin. Zewicî ye zarokek wî heye. Ji bilî karê şaredariyê têkoşîna xwe ya mafê mirovan jî didomîne.