Salnameya Hicrî
Ji Wîkîpediya
Salname Hîcrî, salnameyekê demê ye. Ji bo bi gelemperî gorî hîve tê hejmertin Salname Hîvî jî tê nav kirin. Ew bi hîcret kirina Mihemed pexambera ji Mekke de Medîne ye de dest pê dike. Mihamad pexamber ji bo hîcret bike 27'ê Seferê de ji Mekke de der ket, di 20'ê rezberê de gehîşte Kûba û 24'ê rezberê 622an de jî, hîcrî 12 Rebî ûl Evvel de, gehîşta Medîne ye. Gorî wan rojên Mihamad pexamber û hejmertinê demê du cûreyê wê henê;
1- Salname roja Mihamad pexamber hatî Kûba, 20'ê rezberê 622an, wek destpêk tê dibîne û gorî tevgerê dinêyê dor roj re tê hejmertin û wek Salnameya Hîcrîya Şemsî tê nav kirin.
2 -Dema Xelîfe Hz. Omer de ji bo di salnameyan de tevlîhevî ra kin Sala Mihamad pexamber Hicret kirî, sala salnameyê hîcrîya yekem hat hel girtin. Roja sal dest pê dika jî 1'ê Muharremê wê salê, gorî salnameyê Gregorian(Mîladî) de 16'ê tîrmehê 622an, hat pejirandin. Hejmeriya salên wê gorî tevgera hîveyê dor dinê re tê hejmartin. Kengê hîv dor dinê re 12 caran çerx dibe sala Hîcrî jî temam dibe. Ew salname wek salnameya Hicrî tê zanîn û ji van 12 mehanan de pêk tê:
- Mûharrem, (erebî: محرم)
- Sefer, (erebî: صفر)
- Rebî ûl Evvel, (erebî: ربيع الاول)
- Rebî' ûl-Sanî, (erebî: ربيع الثاني)
- Cemadî el-Evvel, (erebî: جمادى الاولى)
- Cemadî el-Sanî, (erebî: جمادى الثانية)
- Receb, (erebî: رجب)
- Şeban, (erebî: شعبان)
- Remezan, (erebî: رمضان)
- Şeval, (erebî: شوال)
- Zîl Kade, (erebî: ذو القعدة)
- Zîl Hîcce, (erebî: ذو الحجة)
Gorî salnameyê hîcrî sal 1'ê Muharremê de dest pê dike. Lê ji bo salnameyê hîcrî gorî salnameyê roj nêzî 10 rojan hindik dajo, navbera wê û salnameyê Gregorian sal bi sal cîyawazî dibe. Ji bo wê sedeme meheyê Remezan gorî salnameyê Gregorian her sal gorî salê pêşanî nêzî 10 rojan peş de dest pê dike. Li wê salê her meha kengê hîvik tê dîtin dest pê dike. Mehak 29 rojan an jî 30 rojan pêk tê. Sal bi tunî jî 354 an jî 355 rojan pêk te.
Îroj li welatên misilmanan bi piranî salnameyê Gregorian tê bikaranîn. Lê ji bo meh û rojên pîroz, wek Remezan, cejna Boraqê, gorî salnameyê hîcrî dest pê dikin dîsa jî tê peyçûn kirin. Meheyê Remezan, Hec di meha Zîl Hîcce de, cejna Boraqê di 10'ê ye Zîl Hîcce de gorî salnameyê Hicrî tê diyar kirin.
10 rojên pêşinên di Mûharrem de gorî Şîyan ji bo şehît bûna sehebe Hûseyîn, nevîke Mihamad pexamber, pîroz tê dîtîn. Ew roja Aşûreye jî.
[biguherîne] Rojên Heftê
Rojên hefte bi hejmeran tê diyar kirin. Rojê yekem Duşema û wiha na;
- Duşem: yevm el-ehed (erebî: يوم الأحد)(Roja Yekem)
- Sêşemb: yevm el-îdnaynİ (erebî: يوم الإثنين)(Roja Duyem)
- Çarşemî: yevm es-selasa (erebî: يوم الثلاثاء)(Roja Sêyem)
- Pençşemb: yevm el-erbe`a (erebî: يوم الأَرْبعاء)(Roja Çaram)
- în: yevm el-hems (erebî: يوم الخَمِيس)(Roja Pençem)
- Şemî: yevm el-cûm`a (erebî: يوم الجُمْعَة)(Roja În)
- Yekşem: yevm es-seba (erebî: يوم السَّبْت)(Roja Heftem)
[biguherîne] Salnameyên Gregorîyanî û Hicrî
Ji bo navbera salnamayên hicrî û Gregoryan de cîyawazî he ye wergerandina hev nahêsan e. Mirov ewna bi formûlaka wiha wergerîna hev;
G (Sala Gregorîanî), H (Sala Hicrî)
îsal, Sala Gregorianîya 2006, sala 1427anê Salnameyê hicrîya ye. Salvegara Salnameyê Hîcri 19'ê rêbandanê 2007an e. 1428 kengê roj dera ava dest pê dike.
Mûharrem | Sefer | Rebî ûl Evvel | Rebî' ûl-Sanî | Cemadî el-Evvel | Cemadî el-Sanî | Receb | Şeban | Remezan | Şeval | Zîl Kade | Zîl Hîcce |