New Immissions/Updates:
boundless - educate - edutalab - empatico - es-ebooks - es16 - fr16 - fsfiles - hesperian - solidaria - wikipediaforschools
- wikipediaforschoolses - wikipediaforschoolsfr - wikipediaforschoolspt - worldmap -

See also: Liber Liber - Libro Parlato - Liber Musica  - Manuzio -  Liber Liber ISO Files - Alphabetical Order - Multivolume ZIP Complete Archive - PDF Files - OGG Music Files -

PROJECT GUTENBERG HTML: Volume I - Volume II - Volume III - Volume IV - Volume V - Volume VI - Volume VII - Volume VIII - Volume IX

Ascolta ""Volevo solo fare un audiolibro"" su Spreaker.
CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Silopî - Wîkîpediya

Silopî

Ji Wîkîpediya

Sîlopî navçeyeke Şirnexê li Kurdistanê ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Bajarê Silopî

Heta îro 10 Mehele anjî Taxên Bajarê Silopî hatine çêkirin û avakirin, ji salên 1995 an pêde.

Taxa Barbarus, Taxa Basak, Taxa Cûdî, Taxa Cumhurîyet, Taxa Karşiyaka(Şehrê Pêşber), Taxa Nûh, Taxa Ofîs, Taxa S. Harun, Taxa Yenîşehîr(Şehrê nû), Taxa Yeşiltepe(Girê Hişîn)

Bajarê Silopî di Bakûrê Kurdistan de cih digre. Li gorî texmîna Malpera şaredarîya Silopî ya 2006 an 70.000 hezar kesan zêdetir Nifûsa xwe niha heye, yên ku ji Silopî`ya ne û yên di salên 1995 an û pêde Gundên xwe hêlayîn û ew jî li Silopî`Jîyana xwe berdewam dikin. Hikmetên Tirkî bi zoradarî Gundîyên Kurd ji Gundên wan derêxistin û Mal û Xanîyên wan jî xirakirin. Jiber wê yekê jî Gundên li dûra çîyayê Cûdî revîyan çûn Silopî`ya. Bajarê Silopî ji berî salên 1995 an Nifusa wê li dura 20.000 ran bî, bes ji salên 1995 an pêde Silopî di 10 salên paşîn de gelekî mirov kişandin xwe, mirovên Kurd yên ji hemû derên Kurdistan ê tên.

Di van 10 salên paşîn de li Silopî`ya gelekî Xanî û Bînayên 1 heta 10 ketîyê zêdetir Xanî hatine avakirin. Herweha gelekî sûkên nih ketine di bajarê Silopî`ya de. Pêşdeçûn li bajarê Silopî berdewam dike. Bajarê Silopî her li ber xwe daye li dijî hikmetên Tirkan û îro jî li ber xwe dide li dijî zordarîyê. Li vira çîya`yê Cûdî dikeve pişta Silopî û Kîlometrekî ji Silopî dûr e. Li tenişta milê çepê jî Xabur, çîyayê Bêxêr bajarê Zaxo heye û nêzîkî 30 Kîlometran ji Silopî dûr e.

Bajarê Şirnex jî dikeve piş çîya`yê Cûdî anjî li Bakûr ê Silopî ye. Cizîra Botan jî dikeve Rojavayê Silopî. Dêrika Hemko jî dikeve pêşberî anjî li Başûrê Silopî.

Berê ji berî salên 1990 an, Bajarê Silopî liser Mêrdîn ê bû, bes ji sala 1991 û wirde liser Bajarê Şirnex e. Halbukî Nifusa Şirnex ne ewqas zêde ye. Şûna ku Cîzîra Botan bêxin Wilayet û Nifûsa wê jî diqetî ya Şirnex e, jiber Nav û Dengê Cizîr ê, Tarîxa Cizîr ê, Coxrafîya Cizîr ê.

Reîsê anjî Şaredarê Beledîya Silopî berêz Muhsun Kunur e, ji (DEHAP, SHP) DTP ye. Berî ku ew bikeve ser Text DYP ji alîyê mala Öktenan ve dihate îdare kirin. Rewşa niha ya Silopî ya ji Rewşa berê baştire...

[biguherîne] Gund

[biguherîne] Gundên li Rojhilatê Silopî

  • Bêmrîn: Bêmrîn Gundê avî bû û Karê Pembî, Birinc wisa ve dixebit1in û dikeve ber Ava Xabur.
  • Bêspin: Gundê Asûrîyan anjî Fileh û Misilmana ye.
  • Bêşêr: Ev Gund di Qontara çîyê de ne, Rez û Dehlên wan hene.
  • Bilka: Ev Gund di Qontara çîyê de ne, Rez û Dehlên wan hene.
  • Fêrga: Ev Gund di Qontara çîyê de ne, Rez û Dehlên wan hene.
  • Gir Gewrê:
  • Gite: Gundê Asûrîyan anjî Fileh û Misilman nan.
  • Herbul: Gundê Asûrîyan anjî Filehan e. Komira Silopî`ya ji wira tê.
  • Hevindga: Gundekî bi avîye û di Karê Pembî û Birinc de dixebitin
  • Kukît: Deh KM ji Xabur dûr e.
  • Kulya: Gundekî bi avîye û di Karê Pembî û Birinc de dixebitin
  • Kurava: Kurava jî Gundekî liber Ava Xabur e û Karê Pembî, Birinc de dixebitin.
  • Xabur: Derîyê Gumrika di navbeyna Tirkî û Otonomîya Kurdan anjî Irakê de ye.
  • Silib: Ev Gund di Qontara çîyê de ne, Rez û Dehlên wan hene.
  • Wehsid: Bes 10 KM ji Xabur û Silopî dûr e.
  • Zorava (Sorava):
  • Tilqebîn: Ev Gund jî nêzîkî 10 KM ji Xabur û Silopî dûr dikeve.

Ev Gundên he hemû jî di navbera anjî navbeyna Silopî û Zaxo de ne.

[biguherîne] Gundên li Rojavayê Silopî

  • Dader: Şirnexî têde dijîyan, bes Tirkî xirabe kir.
  • Babindek: Gundê Teyan
  • Eywanê: Xirabe
  • Gundê Ermenîyan: Xirabe; Miletê Birayên Ermenî mirovên zehf qenc bûn. Ewan û Kurdên Misilman gelekî bi hevdu dikirin. Miletekî gelekî jîrbûn û Mirovatîya wan zêde bû.
  • Gêrkundan: Xirabe
  • Hesana: Xirabe; Gundê Assyîrîan anjî Filehan bû, Danûstandina wan û Kurdên Misilman zêde bi hevdu re hebû û Fileh û Misilmanan jî ji hevdu his dikirin.
  • Hurîsya: Xelk Silopî ne.
  • Kûrtik: Berê Gundîyên vî Gundî Silopî bûn, bes di salên 1980 an de firotin Eşîretek ya Kurdan yên, ku ji wan re Zêwkî tête gotin. Li ber Cemê anjî Ava Bazamir e. Ev Gund avîye, çandinîya wê jî heye û Pezên wan jî hebûn.
  • Şerefxana: Xelk Silopî ne.
  • Şêvesor: Xirabe; Xelk Şirnexî`ne û çandinîya wan jî hebû.
  • Xezayî: Xelk Silopî ne.
  • Xirabreşik: Xirabe (Ez bi xwe ji Gundê Xirabreşk ê me).

Di wî Gundî de bes Silopî û Şirnexî hebûn. Silopî û Şirnexîyan zêde ji hevdu hisne dikirin. Hersal Koçerên Kurd Zivistanan dihatin Gund û Havînan diçûn Zozanên hunik. Ew Malên Şirnexî, hin ji wan casusên Tirkan bûn û gelekî Kurdên dilsoz bê sebeb dan girtin. Di Gundê Xirabreşikê de Cutyarî û Genim, Ceh, Garis, Nîsk, Nok çandinî dikirin. Lê Dehil û Rezên wan kêm bûn. Bes Zebeş (Jebeş), Gindur(Qawun) jî Havînan hebûn. Bes Dewar û Heywanên Xirabreşkîyan jî hebûn; wekî Hesp, Hêstir, Ker, Çêlek û Bizinên wan jî hebûn.

Ava Bazamir di wira dibûrî. Hin Havînan ava Bazamir çik dibû. Ava Bazamir heta 100 Metreyan jêdetir kurbûna xwe hebû û ji Gundê Girê Çolîya dihat. Dirêjbûna xwe zêde hebû. KM ? Di Ava Bazamir de Bax û Bîstan jî dihatin çandin û herweha gelekî Fêkî jî peyda dibûn. Bes mirov dikarî Masîyan jî bigire. Heywanên kîvî; Gurî, Kêvruşk, Rîvî, Kev, Kevok, Zerzîlik û gelekî Heywanên din jî peyda dibûn. Di Nava Şevê de gelek caran Qaçaxçî jî di wira re dibûrî. Gund û xwe ne Feqîr bû, bes Gundîyên feqîr jî hebûn.

[biguherîne] Gundên li Bakûrê Silopî

  • Babga: (Babigan)Xirabe; çandinîya Babigan jî hebû.
  • Besta Belega:
  • Germgê: (Germigê)Xirabe; Germig jî Gundek bi Bax û Bîstan bî, bes çandinîya wan ya Genim û Ceh jî hebû. Gelek Kanîyên Gerimigê jî hebûn. gelekî avî bû.
  • Girê çolîya: Xirabe; gelek Bax, Bîstan, Rez û Fêkîyên Gundê Girê Çolîya hebûn. Bes hikmeta Tirkî hemû şewitandin.
  • Sorbitim: Xirabe; Gundê Sorbitim ê jî Rez û Pezên wan hebûn.
  • Gundgê Remo: Xirabe; Rez û Pezên wan hebûn.
  • Şemga: (Şemigan)Xirabe; gelek Bax, Bîstan, Rez û Fêkîyên Gundê Şemigan jî hebûn û ew jî ji alîyê hikmeta Tirkî ve hatin şewitandin.
  • Xinis: Xirabe
  • Zêdga: (Zêdigan)Xirabe; ev jî Gundekî avî bî û bi Bax û Bîstan bî.

Ev Gund hemû jî di Qontara çîyayê Cûdî de bûn, jiber vê yekê zu xira kirin, ku Tirkî digot; arîkarîyê didin Partîya Karkerên Kurdistan.

[biguherîne] Gundên li Başûrê Silopî

  • Basirîn: Aborîya wî Gundî jî liser Birinc, Pambî, Zebeş û hin tiştên din bûn.
  • Bedru: Xelk, Silopî û Teyan di Gund de dijîn.Gundê Bedru jî di baran û lehîya sala 2006 an de hat xirakirin.
  • Gunhedîd: Li Gunhedîd Silopî û Cizîrî dijîyan. Li wira jî çandînîya Genim hebû. Tête gotin jeberî ku Silopî bibe navçe, dihata behskirin, ku Gundê Gunhedît bibe navçe ji şuna Silopî`ya. Bes weke tête zanîn, di Silopî`ya de xelkê Silopî hene, gôtinên wan li cem hikmetê mihimtir bûn. Jiber vê yekê jî rabîn Silopî kirin navçe û Gunhedît hêlan. Gunhedît gundek gelek xweş bî, hişînatîya vî Gundî zêde bî û ji Silopî xweştir bî. Bes wextê Silopî bî navçe, Gunhedît rengê xwe yê berê winda kir. Di Gund de Mêrek bi navê Ebdulla Efendî hebû, bi xwe dewlet Katibî bû û dilekçe ji xelkê re dinivîsî û vêrgî distand. Di wextê wî de gelek Kurdan xwendin û nivîsana wan tune bûn, jiber vê yekê ji ewî bi dexdîlo ya xwe arîkarîya kesê ku nivîsana wî nebû dikir. Ebdulla Efendî û xwe eslê wî ji Cizîra Botan bû û dibî mirovê Mala Mîr û Berdirxanîyan. Ev Gund niha jî dimîne, bes berû xiarbînê çûye.
  • Nêrwan: Gundê Teyan; Teyî anjî Teyan Eşîretek ya Kurdan e.
  • Ribehî: Jebeş anjî Zebeşên vî Gundê Rihanî yê wekî Jebeşên Amêd bi Nav û Deng bûn.
  • Rihanî: Jebeş anjî Zebeşên vî Gundê Rihanî yê wekî Jebeşên Amêd bi Nav û Deng bûn.
  • Serê Bîyê: Gundê Teyan; ev Gund di salên 1975-95 hat avakirin.
  • Sofî Salim: Ev Gund di ber Avê de ye.
  • Takyan: Xelk, Silopî û Teyan di Gund de dijîn.

Ne mixabin evkas Gundên hatî xirabûn tu arîkarî jî ji hikmetên Tirkî negirtin e, ku bikarin ji xwe re Xanîyên xwe ava bikin.

[biguherîne] Grêdanên derve

Static Wikipedia (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu

Static Wikipedia February 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu