Stanley Milgram
Ji Wîkîpediya
Stanley Milgram yek ji psîkologên navdar ên Emerîkayî ye. Di 15'ê gelawêjê 1933 li New York City ji dayîk bûye û di 20'ê berfanbarê 1984 jiyana xwe jidestdaye.
Milgram bi pirranî li ser psîkolojiya civakî (sosyalpsîkologiyê) sekiniye. Têkilî û nakokiyên di nava koman, avabûna otorîteyê, dijrabûna otorîteyê, îtaetkarî, bandora îdeologiyan li ser derûniya mirov û li ser koman hwd mijarên xebatên wî bûne.
Milgram di wê baweriyê de bûye ku temenê mirov ji bi avakirina îteatkariyê û dijrabûna otorîteyê derbas dibe. Bi navê "Fenomenên dinyaya pîçûk" rêzexebatên wî hene. Ew di 51 saliya xwe de bi krîza dil miriye.