Tarık Ziya Ekinci
Ji Wîkîpediya
Tarık Ziya Ekinci (*1925 Licê, Amed) siyasetmedar, parêzvanê mafê mirovan û nivîskarekî Kurd e.
Li Stenbolê perwerdeya bijîşkiyê dîtiye û pisporê nexweşiyên hundirîn e. Di ciwaniya xwe de tevlî têkoşîna mafên Kurdan dibe û di nava baskên TİPê (Türkiye İşçi Partisi - Partiya Karkerên Tirkiyê) de têdikoşe û heya sekreteriya giştî yê vê partiyê payebilind dibe.
Ji 1965 heya 1969 parlamenteriya Amedê dike. Di cûntaya leşkerî ya 60'î de bi qasî 3 sal ji ber ramanên xwe tê zîndanîkirin. Dîsa di cûntaya leşkerî ya 80'î de jî gelek caran tê girtin û êşkencekirin. Di sala 1982'î de direve Ewropa û heya 1985'î li Parisê dimîne.
Yek ji damezrênerên DEMOSê (kurtnivîsa saziya Lihevhatiya demokratîk û di pirsgirêka Kurd de çareseriyê ye) ye. Herwekî gorî hêza xwe di nava hemî tevger û çalakiyên demokratîk de cihdigire.
[biguherîne] Berhemên wî
- Demokrasi ve çok kültürlülük - Demokrasî û plûralîzm, 1999
- Doğu Dramı - Drama rojhilatê, 1996
- Devlet ve ben - Dewlet û ez, 1995
- Vatandaşlık açısından Kürt Sorunu - Ji aliyê hevwelatiyê ve pirsgirêka Kurd, 1997