Xwînwerîn
Ji Wîkîpediya
Xwînwerîn (bi Inglîzî vein) coreyk ji coreyên xwînboriyan in ko xwînê ji endamên laşî ber bi dilî dibin. Bi giştî, xwînwerîn xwîna kêm-oksîjen û pir-duanoksîda karbon ji endamên laşî ber bi dilî vedigerînin. Awarteyeka vê gotinê xwînwerîna pişîyê ye ko xwîna oksîjendayî ji siyan ber bi dilî dibit. Lewma şaş e ko navê şîndemaran li xwînwerînan bikin, jiber ko hemî xwînwerîn xwîna kêm-oksîjen têda nîne.
Pesta xwînê di xwînwerînan da ji xwînberan kêmtir e. Xwîna ko bi rêya xwînberan digehit endamên leşî û bi rêya hûrxwînboriyan digehit xaneyên laşî bi rêya xwînwerînan dihêt komkirin û ber bi dilî dihêt hinartin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».