Çîgan
Ji Wîkîpediya
Çîgan, navê berekê ji Hindistanê derketine û li cîhanê belavbûne ye.
Li Kurdistanê gelek binavkirinên wan hene: Çîngen, Mitirb, Mirtib, Mirtiv, Aşiq, Tirk, Tirkên sinnetê dikin û diranan çêdikin, Elekçî, hwd.
Lê Çîgan xwe pirranî bi navê Roman binavdikin û li ser jiderketina wan a ji welêt gelek teorî hene. Gorî hinekan ew ji berên başûrê Hindistanê ne berê zimanên Aryanan nediaxivîn, paşê heliyane. Dema ola Îslamê li Hindistanê belav dibe ji ber ku wan di kasta herî nizm de dijiyan rastî tevkujiyan hatin û reviyan. Hinek jî dibêjin wan jî wekî berên Tirk-Mongolan ji ber sedemên jiyanê welatê xwe terikîne.
Li Kurdistanê gelek deveran ji wan re "Tirk" jî tê gotin. Dibe ku ev ji ber hatina Tirkan ya ji rojhilatê derketiye û kê ji rojhilatê hatibin mezinên Kurdan gotine Tirk. Cara pêşîn di destpêka 1500´î de li rojavayê Ewropa di qeydên dîrokî de navê wan derbasbûye. Tê texmînkirin ku Çîgan di destpêka 1000´î destbi koçberiyê kirine. Herçendî Çîgan êdî ne ewçend wekî berê koçber bin jî wisa tên zanîn.
Çîgan li kîjan welatî bijîn, pirranî zimanê wê welatî diaxivin lê dîsa jî dab û nêrîtên xwe, cejnên xwe û hinde jî zimanê xwe parastine. Zimanê Çîganan ango Çîganî ji zimanmalbata Îndogermanî ye.
Mixabin ev gelê aştîxwaz û rengerengîn li tevahiya cîhanê di bin pêkutî û zilmê de ne. Bi zimanê wan perwerde nîne û civakên Çîganan di xizanî, bêperwerdeyî û dafika sûcan de dijî. Ji ber ku welateke wan êdî nîne, zehmetiyên herî mezin dikişînin. Di Şerê Cîhanê yê II. de li Almanya bi tevî Cihûyan hatin tunekirin. Îro li Tirkiyê bi milyonan Çîgan bêî nasnameya neteweyî ne.