Web Analytics


https://www.amazon.it/dp/B0CT9YL557

We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Îslam - Wîkîpediya

Îslam

Ji Wîkîpediya

Îslam (erebî: إسلام îslām), rehê bêja "Îslam" xwediyê du wateyan e.
1.Aşitî û tendurustî
2. Radestê Xweda bûn, gura Wî kirin e.
Îslam dibêje "Xweda yek e, xêncî Wî ti kes an tişt tinne ku mirov bipereste û Mihemmed (S.A.S) bende û pêxemberê Wî ye.
Îslam bi 1,2 myr. baweran piştî ola Xiristiyanî (2.0 myr.) a herî mezin li ser erdê ye.

Îslam olek yekxwedayî, (monoteîst) e û pirtûka pîroz a Îslamê Qur'an e. Qur'an gotina Xwedê ye û nehatiye guherandin. Di Îslamê de Incîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin. Sunne yanê kirin û gotinên Pêxember Mihemmed (S.A.S) jî di jiyana Musilmanan de rolek girîng delîzin. Piraniya hadîsan di pirtûkên Muslîm, Tirmizî û Bûharî de hatine kom kirin.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Destpêka Îslamê

Pêxember Mihemmed (S.A.S) (S.A.S) di sala 570 an de li bajarê Mekke li Erebistana Suud a îro hatiye dinê. Bi 30 saliya xwe yanê di sala 610 an de Cebraîl (A.S) ayetên yêkemîn yên Qur'an ê ji wî re anî. Ji wê rojê şun de di navbera 23 salan de ji Pêxember Mihemmed (S.A.S) re hemû Qur'an ayet bi ayet tê. Îslam ola Xwedê ya dawî û neguhartî ye û ji ber vî yekê Musilman xwe mîna warîsên Mesihî û Mûseviyan dibînin. Hz. Mihemmed (S.A.S) Pêxemberê dawî yê cîhanê ye û bi vî avayî muhira hemû pêxemberên li berî xwe ye. Musilman hemû pêxemberên ku di Incîl û Tewrat ê de tên navdan wekî pêxemberên Xwedê nas dikin û hurmetê nîşanê wan didin.

[biguherîne] Bingehiyên ola Îslam ê

[biguherîne] Her pênc ruknên ola Îslamê

Di Îslamê de pênc ruknê hene:

[biguherîne] Bêjeya şehadetê

  • Ez şehadetî dikim ku ji bilî Xwedê qet xuda/Îlahekî din tune û Hz. Mihemmed (S.A.S) resûlê Xwedê ye.

Di gora Îslam ê, gava ku mirovek bixwezî bibe Misliman, bese tenê vî şehadetê ji dil û can yanê bi niyetekî rast li ba du Misilmanan bibêje. Herweha va hevoka şehadetê di guhên zarokên, ku yên nu hatine dinê, û di guhên mirovên ku êdî dimirin de jî tê gotin. Bêjeya şehadetê di jiyana Mislimanan de cîhekî bilind digirî. Her Misliman roj bi roj di nimêj û banga nimêj de şehadetê tinîn. Lêbelê divê rind bê zanîn, meriv hema devkî vê gotinê bêje, wateya wê nizanibe û jiyana xwe li gor emir û fermanê Xwedayê Mezin rêvenebe nabe misliman. Belkî xwe dixapîne.Hezar heyf îro li ser rûyê cîhanê pirê merivan yên dibêjin em misliman in di vî halî de ne. Tenê La îlahe Îlahe Îllallah dibêjin û di alîyê din de kar û şixûlê vê peyvê betaldikin dikin û dîsa dibêjin em misliman in.

Di serî deberya her tiştî seba merivek bibe misliman gotî birêk û pêk wateya La îlahe Îlahe Îllallahê baş hîn be. Peyre bi dil û can vê gotinê bêje û pêwîstîyê wê pêk bîne. Seba em vê rin hîn bin emê neçar vê mijarê hinekî dirêj bikin.

[biguherîne] Nimêj

  • Nimêj ji bona Musilmanan ferze.

Musilman di rokî de pênc caran nimêj dikin. Her nimêj demekî xwe heye û bangevan di wan deman de mirovan bangê nimêj dike: nimêja sibêh, nimêja nîvro, nimêja berê êvarê, nimêja êvarê û nimêja şevê. Di berê nimêjê de bi avê destnimêj tê girtin. Lê gava ku av net diyin, mirov dikanî bi qûm û xaliyê jî destnimêj bigirî. Mirovên rêwî yan jî nexweş dikanin wekî rehetiyekek çend nimêjên xwe bi hevra yan jî dûra dû tengasiyê bikin. Li roja înîyan , nimêja îniyê di mizgeftan de bi cemaetê tê kirin û xutbe tê xwendin. Di cejnên olî de jî, wekî cejna Remezan ê û Qurban ê, nimêja cejnê tê kirin û piştî nimêjê mirov cejnên hevûdin bimbarek dikin.

[biguherîne] Rojî

Li gora Îslam ê rojî di meha Remezan ê de tê girtin. Ji ber ku mehên erebî di gora hîvê tên hesaw kirin, dema meha Remezan ê her sal cuda ye. Di vî meha de mirov her roj ji berbangê hettanî roj çû ava yanê êvarê ne tiştekî dixun ne jî vedixun. Ji bona ku di rojanê birçî nebin, pirraniya mirovan şev re dibin paşîvê û zikê xwe têr dikin. Rojiya Remezan ê bi cejnekî mezin tê dawî kirin.

[biguherîne] Hec

Di gora Îslam ê gerê her Musilman di jiyana xwe de carekî here hec. Hec bi ziyaret kirina Kabe yê li bajarê Mekke yê li welatê Sûdî Erebistan ê tê şindê. Lêbelê hec girêdayiya dewlemendî û tenduristi ya mirovan e. Ji bona mirovên belengaz û nexweş hec ne mecbûr e. Ji mirovên ku çûne hec hecî tê gotin. Di hec de bawermend li dor Kabê digerin, rojekî li ser tipikê Arafat ê disekinin, di navbera herdû tipikên bi nav Safa û Merve baz didin, qurbanan dikin û wekî sembolekî Şêytin kevir dikin.

[biguherîne] Zekat

Zekat salê de carekî di hêla mirovên bawermend de ji bona belengazan, nexweşan, bêkesan û mirovên din yên hêwceyî tê dayin. Dayina zekatê girêdayiya dewlemendiya mirovan e.

[biguherîne] Her şeş şertên baweriyê

Di Quran a Pîroz de ji bona van şertan baweriyê re aha tê gotin: "Gellê bawermend! Hûn bi Xwedê û Pêxemberê wî re û bi vê pirtûka re, ku wî ji Pêxemberê xwe re şandiye û bi wî pirtûka re ku wî hina berê şandî bû, bawer bikin. Û kîjan mirov bi Xwedê re û bi feriştên wî re û bi pirtûkên wî re û bi Pêxemberên wî re û bi roja dawîyê bawerî neke, ew di wundabûnekî dûr de wunda buye." Sûre ya Nîsa 4/136

Û di hadîsa Hz. Mihemmed (S.X.L.) de jî aha tê gotin: "Bawerî ji van mercan pêk tê: Bi Xwedê û feriştên wî, bi pirtûk û Pêxemberên wî, bi roja dawî û qederê bawer bike."

Xwedê afirandêr, reb û xwediyê hemû tiştan e. Hemû tişt girêdayî Wî ne, lê Ew girêdayî tu tiştî nînê. Bawerî ji mezintiya Xwedê re. Tenê ji Wî re perestî tê kirin û tenê ji Wî alîkarî tê xwestin. Ji yêkbûna Xwedê re bawerî. Ji bilî Xwedê qet xuda/Îlahên din tunin. Ew ne hatiye dinê ne jî yekik aniye dinê.

  • Bi feriştên (milyaket) wî re

Ferişte yek ji qûl/bendên Xwedê ne û ji nûrê hatine afirandin. Mirov wan nikarin bi çavan bibînin, lêbelê ew me dibînin. Vatiniya feriştan perestina û cîh anîna fermanên Xwedê ye. Wekî hemû olên semîtîk di Îslamê de jî çar feriştên mezin hene: Cebraîl ji hêla Xwedê de wahiyê ji pêxemberan re tîne, Mikaîl gerdûnê birêve dibe, Îsrafîl di roja heşir û meşirê pifê sûrê dike û feriştê mirinê bi nav Azraîl rihê mirovan digirî.

Xweda yê Dilovan li her demê ji pêxemberên xwe re pirtûk û rûpelên pîroz şandiye. Bi van pirtûk û rûpelan Xwedê ji mirovan re fermanên xwe agahdar kiriye. Pirtûk û rûpelên ku em dizanin vana ne:

a- Tewrat, ji Hz. Mûsa re hatiye şandin û pirtûka pîroz yê Zarokên Îsrail.

b- Încîl, ji Hz. Îsa re hatiye wahiy kirin û pirtûka pîroz yê îsewîyan.

c- Zebûr a Hz. Davût

d- Rûpelên Hz. Ibrahîm

e- û pirtûka pîroz yê herî dawî bi nav Qurana Pîroz e ku ji pêxemberê dawî Hz. Mihemmed (s.x.l.) re hatiye şandin. Êdî li gora Îslam ê li hettanî roja qiyametê qet pêxember û pirtûk jî nayên şandin.

  • Bi hemû Pêxemberên wî re

Xwedê li her demê ji mirovan re pêxember şandine. Pêxember ê yekemîn Hz. Adem e û yê herî dawî Hz. Mihemmed (S.A.S) e. Di Îslam ê de pêxember jî tenê mirovin, lê hinek pêxember bi destûra Xwedê ji bona mirovan re mucize hnîne. Hz. Îsa nexweş pak dikirin û mirî sax dikirin. Xwedê bi hezkirina xwe şiv/çoyê di destê Hz. [[Mûsa] kiriye mar û behra mirî kiriye du parçe. Li gora zanayên Misliman Xwedê hemû bi hevra 120 hezar pêxember şandine û pirraniya van pêxemberan di hêla gellê xwe de hatine kuştin.

  • Bi roja dawiyê (Roja Axretê) re

Roja Exerê roja dawî yê cîhanê ye. Di wî rojê Xwedê hemû mirovan ji gorê dîsa bi zindî derdixinî û wan li derekî kom dike. Ew Xwedê yê ku cara yêkemin mîrov ji tune bûne afirand, di cara duyemin de jî dikanî wan zindî bike. Roja Exerê Xwedê li ser buyeroja mirovan biryar dide û bihûşt (Cennet) û dojeh (Cehnime)tên eşqere kirin. Herweha pejirandina ji roja dawiyê re yêk ji şeş şertên baweriyê yên Îslam ê ye.

  • Bi [qederê] re

Bawerî ji zanayina bêdawî û hîkmeta Xwedê re. Gerdûn bi daxwaza Xwedê hatiye afirandin û ji ber vê yekê Xwedê hemû tiştên di gerdûnê de dizane û hemû tişt li ba Wî hatiye nivisîn. Bê daxwaz û ferman û afirandina Wî qet tiştek çê nabe û nayê holê.

[biguherîne] Çend aliyên ola Îslam ê

[biguherîne] Sinnî

Di dirokê de ola Îslam ê di çend aliyan va ji hev cihê buye. Di roja îro de 90% (sedî de nod) ji hemû Musilmanan sinnî ne. Lêbelê sinnî bi xwe ji di hêla çend mezheban de belav bûne. Navê mezhebên sinnî Henefî, Malikî, Henbelî û Şafî ne. Di nav vana de jî mezheba henefî yê herî mezin e. Pirraniya kurdan xwe wekî şafî dihesibinin, lê yên henefî jî hene. Wehhabî bi xwe ji aliyekî Henbeliyan re tê gotin, ji ber ku ewna mezheba Henbelî hinekî cûda şîrove dikin.

[biguherîne] Şî

Şî bi pirraniya piştvanên xwe di Îslam ê de yên duyemin in. Mîna sinniyan çend aliyên şiyan jî hene: Îmamî bi piranî li welatê Îran, Iraq, Bahreyn û Libnan ê dijin. Dûra Ismailî jî hene û li dewleta Hindistan, Pakistan, Afganistan û Tacîkistan ê dijin. Zaidî jî yek ji komala Şî yanin û tenê li welatê Yemen ê tên ditin.

[biguherîne] Xaricî

Xaricî di roja îro de komala yê herî piçûk yê ola Îslam ê ne. Tenê aliyekî xariciyan bi nav Ibadî hettanî roja îro hatiye. Xaricî tenê li başûrê Cezayêr ê, Oman ê û Cerba yê hene.

[biguherîne] Wateya ola Îslamê

Gerdûna ku em tê de dijîn bi sazûmaniyekî hatiye çêkirin. Di navbera hemû tiştên, ku di vê gerdûnê de cîh digrin de, nizamek heye. Hemû tişt bi avayekî bêkêmasî şinda xwe di vî pilana mezin de digirin. Roj, hîv, stêrk û tiştên ku em dibînin yan jî hina nabinin ji vî destûra Xwedê re teslîm bûne.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Me asîman û zemîn û tiştên ku di nav wan herduyan de ne bi dadvanî û ji bo demekî navdayî afirandiye" (Qur'an a Pîroz, Sûreya Ehqaf: 46/3)

Ji xêncî mirovan, hemû gerdûn ji destûra Xwedê re bi dil an jî bê dil îte'et dikin. Bê şik ev bêkêmasiya gerdûnê ji radestiyê pêk tê. Bi vî avayî Îslam ji mirovê yekemin Hz. Adem heta Pêxemberê dawî Hz. Mihemmed (S.A.S) navê hemû olên rast e.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Di roja îro de min ji we re, ola we pêk aniye û min qenciyên xwe ji we re paşî anî û min ji bo we ola bi navê Îslam hilbijartiye" (Quran a Pîroz, Sûreya Maîde: 5/3)

"Me ji her Pêxemberî berî te şandiye re herdem wiha wahiy kiriye: Qet xudayekî din ji pêştirê min tunin, êdî hûn ji min re perestî bikin." (Sûreya Enbiya: 21/25)

Lêbelê di piştî derketina rastiyê, teslîm bûn dîsa di destê mirovan de ye. Di dirokê de gellek komal ji bo înkariya xwe hatine tunekirin.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Me qet welatek bê hişyardarekî tune nekiriye. Ew hatine hişyar kirin. Bi rastî em ne sîtemkar in." (Sûreya Şûera: 26:208-209)

Li gor Ola Îslamê an mirov wekî ku Xwedê ji wan dixwaze radest dibin, bawer dikin an jî rik dikin, li dû hewesên xwe diçin û dijî Xwedê derkevin. Lê her çendî mirovahî teral û bedbîn be jî ev banga Yezdanî heya roja dawiyê wê berdewam bike. Wê hinek bawerbikin û hinek jî înkar bikin. Lewra Xwedê Teala jî azadiya bawerkirin û înkarkirinê daye eşrefê mexluqan.

[biguherîne] Lînk

  • Diayên olî
Zimanên din
Static Wikipedia 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Sub-domains

CDRoms - Magnatune - Librivox - Liber Liber - Encyclopaedia Britannica - Project Gutenberg - Wikipedia 2008 - Wikipedia 2007 - Wikipedia 2006 -

Other Domains

https://www.classicistranieri.it - https://www.ebooksgratis.com - https://www.gutenbergaustralia.com - https://www.englishwikipedia.com - https://www.wikipediazim.com - https://www.wikisourcezim.com - https://www.projectgutenberg.net - https://www.projectgutenberg.es - https://www.radioascolto.com - https://www.debitoformtivo.it - https://www.wikipediaforschools.org - https://www.projectgutenbergzim.com