Îsrafîl
Ji Wîkîpediya
Îsrafil yek ji çar melekên mezin e. Di gora ola Îslam ê Îsrafil di roja qiyametê da bi destûra Xwedê pifê sûrê yan jî lûleyê dike. Hz. Mihemmed Pêxamber di hadîsekî xwe da ji Îsrafil ra "sahib - i karn" yanê xudiyê sûrê, xudiyê lûlê gotiye. Di roja dawiyê Îsrafil du caran pifê sûrê dike.
Bi pif kirina yekemin, hemû tişt di ezmîn û zemîn da tune dibin. Di Quran ê da aha tê gotin: " Êdî gava ku di Sturî da bi carekî tenê tê pif kirin ê, zemîn û çiya tên ra kirin û bi yek carekî li hev dikevin." (Sûreya Haqqe: 69/13,14)
Lê bi pif kirina duyemîn, hemû mirov disa zindî dibin û bi hev ra li derekî bi nav "Mahşer" li ba Xwedê kom dibim. Li ser vî bûyera jî Quran aha dibêjî: " Gava ku di Stur ê da tê pif kirinê. Êdî ew ji goran derketine û li ba Xwedê yê xwe da lez dikin. " (Sûreya Yasîn: 36/51)