Benito Mussolini
Ji Wîkîpediya
Benito Amilcare Andrea Mussolini (* 29'ê tîrmehê 1883 li Dovia di Predappio nêzîkî Forlì li parêzgeha Emilia-Romagna; † 28'ê avrêlê 1945 li Giulino di Mezzegra nêzîkî Dongo ber Gola Comer) avakerê îdeologiya faşîzmê û serokê desthilatiya faşîst di salên 1922 heya 1943 li Îtalya.
Di sala 1901´î de di nava resfên Partiya Sosyalîst a Îtalya de dest bi polîtîkayê dike. Herwekî gerînendetiya giştî ya rojnameya Avantî dike. Mussolini wekî çepgîriya li Tirkiyê hêdî hêdî rûyê xwe yî nîjadperest nîşan dide û li polîtîkayên nîjadperest digere. Xwe bi navê Dûçe (serok) binavdike û komîteyên faşîst dadimezirîne.
Piştî amadekariyan di sala 1922´î de bi tevî 26.000 faşîstan meşeke dirêj berî bi Roma saz dikin. Li ser vê rûdanê keyser Viktor Emanuel III. wî wekî serokwezîr destnîşan dike. Herçendî ev biryar rastî rexneyên tûj were jî, hêza Mussolini roj bi roj li seranserê Îtalya xurt dibe û kes êdî newêrê li dijî faşîstan derbikeve.
Bi navê Antîkomîntern-Pakt bi Japan û Almanyayê re paktek lidardixin. Tevlî Şerê Dinyayê yê II. dibe. Bi milyonan mirovan li Spanya, Îtalya, Yewnanîstan, Albanyahwd dikujin. Dawiyê de faşîzm jî wekî Nazîzm têk diçe.
Mussolini bi tevî jina xwe Clara Petacci ji aliyê partîzanên komûnîst ên Îtalya ve dîl tên girtin û bi cezayê mirinê tên tewanbarkirin.
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Benito Mussolini hene. |