Spanya
Ji Wîkîpediya
Keyîtiya Spanya (fermî bi spanî Reino de España, katalanî Regne d'Espanya, galîsiyayî Reino de España, baskî Espainiako Erresuma) dewleteke, li başûr rojavaya Ewropa, li nîvgirava îber ye. Paytexta Spanya Madrid e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî
Firehîya xakên Spanyayê li derên herî fireh bakur başûrî de 856 km û rojava rojhelatî de jî 1.020 km e. Spanya, bi Portekîz û navçeyekê Keyîtîya Brîtanyayê ser deryan Gîbraltar ve li ser nîvgirava îber dimê ye. Xakên Spanya yên li ser nîvgirava Îberî, ji heftan şeşa îber digirin. Li sînora Spanya yê bakur rojhelat, ser çîyayên Pîrenê re, Fransa û Andorra dimê ye.
[biguherîne] Girav
Giravên wek Balear, Kanarya, Ceuta û Melilla de pêk tê ye. Balearê li Derya Navîn, Kanarya yê li Atlantîk û bajarên li beravên Maxrêb, Efrîqaya Bakur dimên Ceuta û Melilya jî hundura xakên Spanyayê ne. Navçeyeke Spanya ya Llívia di hundura sînorên Fransayê de dimê ye.
Giravên mînak Alborán a Perejil bi Spanyayê ve girêdan ne
[biguherîne] Herêmên Spanyayê
Spanya bi 17 navçeyên otonom û 2 bajarên otonomên li Efrîqa bakur(Ceuta û Melilla) tê karger kirin. Bibîne: Herêmên Spanyayên Otonom
[biguherîne] Gel
Li Spanya bi gelemperî zimanên spanî, katalanî, galîsiyayî, baskî û aranî (okzîtanî) tên axaftin. Spanî li welat bi tunî zimanê fermî ye û ew her sê zimanên din jî bi tenê li hin herêman zimanê fermî ne.
Lê li hin derên din hin zimanên din jî tên peyivîn. Li Katalonya li dibistan û zanîngehan zimanê katalanî tê bikaranîn û zimanê spanî bi tenê di azmûn û fêran de tê bikaranîn. Wek li Valencia zaraveke katalanî, minak asturî zimanên dinên ji alîya hindikên Spanya tên axaftin.
[biguherîne] Werzîş
Li Spanya spora herî girîng fitbol e. Real Madrid û FC Barcelona yek ji du qûlibên dinêyê fitboleyê herî girîng in. Maçên navbera wan de li dinê baleke mezin dikişînin.
[biguherîne] Bajarên mezin (2005)
|
|
[biguherîne] Wêne
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Spanya hene. |
|
|
---|---|
Endamên yekîtiyê: Almanya | Avûstûrya | Belçîka | Brîtaniya mezin | Çîk | Danimarka | Estonya | Fînlanda | Fransa | Holanda | Îrlanda | Îtalya | Letonya | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Polonya | Portekîz | Qubris | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Yewnanistan | Bulgaristan | Romanya |
|
Berendam : Tirkiye | Xirvatistan |
Dewletên Ewropa | ||
---|---|---|
Almanya | Andorra | Avûstûrya | Belçîka | Bosna Hersek | Brîtanîyayê mezin | Bulgaristan | Danimarka | Elbanya | Estonya | Fînlanda | Fransa | Îslanda | Îtalya | Çek | Îrlanda | Komara Makedonyayê | Letonya | Liechtenstein | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Holanda | Norwêc | Polonya | Portekîz | Romanya | Rûsya | Rûsyaya Sipî | San Marîno | Swêd | Swîsre | Sirbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Ukrayna | Vatîkan | Xirvatistan | Yewnanistan |