Hikûmetî Herêmî Kurdistan
Ji Wîkîpediya
Ala Kurdistanê |
|
Sirûda netewî: Ey Reqîb | |
Zimanên fermî | Kurdî û Erebî |
Serbajar | Hewlêr (Bi hînek zimanan Erbil jî tê gotin) |
Sîstema siyasî | Demokratîk parlamentarîzm |
Serokkomar | Mesûd Barzanî |
Serokwezîr | Nêçîrvan Îdrîs Barzanî |
Damezran | 1970 |
Rûerd | nêzîkî 80 000 km² |
Nifûs – ko (2005) – Berbilavî |
nêzîkî 5,500,000 40/km² |
Roja netewî | Newroz (21 adar) |
Dirav | Dînar |
Navçeya demjimêrî | UTC+3 |
Hikûmetî Herêmî Kurdistan navê fermî a hikumeta herêma Kurdistana li Iraqê. Gelek kes wisa dizanin ku Mesûd Barzanî Serok yan Serokkomarê Hikumeta Herêmî ye, lê ev şaş e. Di rastiyê de Mesûd Barzanî serokê Konseya Serokatiya Kurdistanê û bi vê minasebetê 'Serokê Herêma Kurdistanê' ye. Kurê birayê Barzanî, Nêçîrvan Îdrîs Barzanî serokê encumena wezîran e, yani serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistan.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye û gorî destûra bingehîn a Iraqê û dadmendiya navneteweyî bi fermî tê naskirin. Di qada navneteweyî de wekî federasyona Kurdan a li Kurdistana Iraqê xebatên xwe didomîne. Bingeha xwe ji têkoşîn, mafê xwezayî ya gelan, cografya Kurdistanê û peymanên morkirî yên di navbera Kurd û sazûmaniya Baes li Iraqê digire. Tê zanîn peyman di Adara 1970'î de ji aliyê serokê Kurd Mele Mistefa Barzanî û serokdewletê Iraqê yê hemandemî Saddam Huseyîn ve hatibû morkirin.
Herêmên ku hêj neketine bin desthilatdariya hikûmetê jî hene. Tê zanîn di dema desthilatdariya Baesiyan de wargehên Kurdan dihatin rûxandin, valakirin û Kurd ji welatê xwe dihatin derxistin. Rejîma Baes cihên ku ji Kurdan dihatin valakirin, Ereb dianî bicihdikir. Piştî destpêkirina şerê 2003'î rewş hate guhertin. Sazûmaniya Baesiyan têkçû û Iraqeke nîsbeten demokrat û federal hate avakirin. Gorî destûra bingehîn a Iraqê divê Kurdên bi pêkutiyan ji welatê xwe hatine derxistin şûnve werin bicihkirin û herêmên din ên Kurdistanê bi hikûmeta federal a Kurdan ve were girêdan. Lê li dijî viya nerazîbûnên Ereban û welatên Kurdistanê dagirkirine hene. Tirkiye, Îran û Sûrî naxwazin Kurd li Başûrê Kurdistanê sazûmaniyeke birêkûpêk ava bikin û pirsgirêkên xwe çareserbikin. Lewra ew difikirin ku heger Kurdên Başûr biserbikevin wê ji parçeyên din re bibin mînakek.
Hikûmeta başûr hîkûmeteke plûral, federal, lîberal, zagonî û laîk e. Bi sîstema parlamentarîzmê tê ser desthilatdariyê. Bi de facto hatiye pejirandin.
[biguherîne] Çend ji Destûra Bingehîn a Kurdistana Başûr
- Bend 1: Hikûmeta Kurdistanê parçeyek ji ya Iraqê ye û sîstema plûral, demokratîk, parlamentarî û komargerî dihewîne.
- Bend 2: Hikûmeta Kurdistanê desthilatiyê li ser tixûbên beriya 1970'î, Parêzgeha Silêmanî, Hewlêr, At'Tamîm, Duhok û navçeyên Akrê, Şeyhan, Sincar a Nînivê û Xaneqîn, Mendelî ya Diyala û Badra ya Al Wasîtê dike.
- Bend 3: Desthilatdarî ji gel tê û ya gel e.
- Bend 4: Hemwelatî ji Kurdan û hindikayiyan pêk tê (Tirkoman, Asûrî, Xaldî û Ereb) û destûra bingehîn mafê wan diparêze.
- Bend 5: Kerkûk paytextê herêmê û ya hikûmetê ye.
- Bend 6: Li gel alaya Iraqê li herêmê alaya taybet tê pêşwazîkirin.
- Bend 7: Zimanê fermî Kurdî ye.
[biguherîne] Lînk
Di vê gotarê de kêmasiyên mezin hene.
- Di vê gotarê de agahiyên bingehî ser mijarê kêm in an tune. Ji kerema xwe vê gotarê berfireh bike. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».