Îran
Ji Wîkîpediya
|
||||
dirûşma neteweyî:Nîne | ||||
Zimanê Fermî | Farsî | |||
Paytext | Tehran | |||
Sîstema Siyasî | Komara Îslamî | |||
Lîder | Elî Xamineyî | |||
Serokkomar | Mehmûd Ehmadînejad | |||
Rûerd - gişt - ٪ Av |
pila 17 1,648,195 km2 ٪0,7 |
|||
Nifûs
- kes li ax |
pila 18
40/km2 |
|||
Roja Komara Îslamî
|
12 xakelêwe 1358 Hetawî |
|||
Drav | Riyal | |||
Navçeya Demjimêrî | UTC+3:30 | |||
sirûda neteweyî | Sirûda Komara Îslamî | |||
Internet | .IR | |||
Koda telefonê | 98 |
Îran (farsî: جمهوری اسلامی ایران) welatekê Rojhilata Navîn e. Navê wê yê fermî Komara Îslamî ya Îranê ye (bi Farisî: Comhûrîyê Êslamîyê Îran). Îran li Bukur bi Ermenistanê, Azerbaycanê û Tirkmenistanê re, li rojava bi Tirkiye û Îraqê re, li rojhilat bi Efxanistan û Pakistanê re û li başûr bi Kendava Farisî û Kendava Omanê re û li aliyê din ê wan herduyan re bi Kuweyt , Erebistana Siûdî, Bahreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Ommanê re hevsî e. Mezzhebê fermî yê Îranê Şî û zimanê fermî jî Farisî ye.
Bi dirêjahiya dîrokê rola jêostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewroasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC)ê ye.
Peyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e.
Rojhilata Kurdistanê niha ji aliyê siyasî ve parçeyek ji Îranê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nav
Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ko niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê Îranî Zeradeştî tê gotin. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Arîan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Arîan ve girêdayî ye, ji wê hatiye.
[biguherîne] Ziman
Zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen, u gelek zimanên din jî lê tên peyivîn.
[biguherîne] Erdnîgarî
Welatê Îran li navberî welatên Îraq li rojawa, Tirkiye, Ermenistan û Azerbeycan li bakurê rojava, Pakistan û afganistan li rojhilatê, Turkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê îranê gola kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. li başûrê Îranê jî kendawa fars û derya Omanê hene.
[biguherîne] Parêzgehên Îranê
Li Îranê 30 parêzgeh hene:
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Îran hene. |
Dewletên Asya | ||
---|---|---|
Azerbeycan | Banglades | Behreyn | Brûneî | Bûtan | Çîn | Efxanistan | Endonezya | Erebistana Siyûdî | Ermenistan | Fîlîpîn | Gurcistan | Hindistan | Îran | Îraq | Îsraîl | Japonya | Kembodja | Korêya Bakur | Korêya Başûr | Kuwêt | Laos | Libnan | Malezya | Maldîv | Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî | Monxoliya | Myanmar | Nepal | Oman | Pakistan | Qeter | Qezexistan | Qirgizistan | Qubris | Rûsya | Singapûr | Sûrîyê | Srî Lanka | Tacîkistan | Taywan | Tayland | Tirkiye | Tîmora rojhilat | Turkmenistan | Urdun | Ûzbêkistan | Vîyetnam | Yemen |
Ev gotara bi soranî jî heye: | ئيران | :ەڤ گۆتارێ بی سۆرانی |