Tekirdağ
Ji Wîkîpediya
Tekirdağ navê bajar û parêzgehekê Tirkiyê ye. Li herêma Trakya dikeve.
Navçeyên parêzgehê: Çerkezköy, Çorlu, Hayrabolu, Malkara, Marmara Ereğlisi, Muratlı, Saray, Şarköy in.
Rûber 6.313 km², gelhe 623.591 (2000). Li vê parêzgehê pirranî hemwelatiyên Tirkiyê yên Çîgan dijîn. Her sal bi navê "Şahiyên Kakava" festîvalên Çîganan tê lidarxistin. Navê bajêr berê bi Grekî Βισανθη (Bisanthe) û paşê jî bûbû Ρωδοστο (Rodosto). Di dema Osmaniyan de jî bi navê Rodos û Takovar (bi zimanê Ermenîkî) dihate binavkirin. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê navê wê kirin Tekirdağ.
Aboriya parêzgehê pirranî li ser çandiniyê ye. Çandiniya zebeşan û bazirganiya wê bipêşketiye. Hin fîrmayên ku navenda wan li navçeya Malkarayê ne, li Kurdistanê karê mandra dikin. Ango bi erzanî şîr û penêrên Kurdan dikirin û li Ewropa belav dikin. Mixabin dûgela Tirk destûrê nade fîrma û kooperatîvên Kurdan ku ew jî karê mandra bikin.
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |