Derya Japon
Ji Wîkîpediya
Derya Japon, Koreyî wek Derya Rojhelat nav dikin, deryayeke qiraxîyê di Okyanûsa Pasîfîk de li rojhelat Asya dikeve ye. Ew li başûr û rojhelat bi giravên Japon, li bakur bi girava Sachalin û li rojava bi Rûsya û herdu Korêyan tê sînor kirin.
Ew bi Pasîfîk ve bi Tengava Korea (başûr), Tengava Tsugaru (navbera giravên Japonya Honshu û Hokkaido), Tengava La-Pérouse (navbera Hokkaido û Sachalin) û Tengava Tartaren (bakur) re digêhe hev.
Aqara Derya Japon 1.048.950 km² ye û kûrahîya xwe jî nîvekî di 1.752 m de heta 3.742 m diguhere. Giravên Derya Japona girîng wiha ne: Sado, Tsuşima, Ulleungdo, Liancourt-Felsen, Hatsushima, Okushiri, Rebun und Rishiri.
[biguherîne] Nav
Ew ji alîya Japonya, Rusya û bi gelemperî navnetewî wek Derya Japon tê navandin. Korêya Başûr wek Derya Rojhelat, Korêya Bakur jî wek Derya Koreya Başûr nav dikeye.