Hûrî
Ji Wîkîpediya
Hûrî gele kevnar li Kurdistan bûn.
Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin. 6.000 sal berî niha yanî 4.000 sal bz cara pêşî Subaro li herêma Amede jîyane û hukim kirine. Sumer û Akadan bi wateya xelkê navbera herdu çeman, ku paşê Grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Piştre navê Subaro bûye Hûrî. Yanî Subaro û Hûrî heman gel in. Dibe ku li gor eşîretan navê wan were guhertin. Di wê demê de kijan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknas dibêjin ku Subaro û Hûrî heman xelk in û zimanê wan hînd-ewropî bûye. Hûriyan li herêma jorê Dîclê hukim kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beşek ji Suriyeya îron û heta derya Spî jî ketine bin destê Hûriyan. Li van herêman kevneşopên Hûriyan îro jî gelek in. Bz di navbera salên 1800-1500an de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne. Bz piştî 1500î mirov êdî li herêmê ji derî Hûriyan Mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî heman xelk bûne, yek eşîrek bûye. Piştre Mîtanî desthilatdariyê digrin destê xwe. Mîtanî bêtir li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Antakyayê hukim kirine. Li Amedê bi tenê herêma rojava girtine bin kontrola xwe. Weha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê Amedê di destê Mîtaniyan de maye.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».